Konslosê Rûsya Qeyserî li Mehabadê: Aleksander Îvanovîç Îyas

Konslosê Rûsya Qeyserî li Mehabadê: Aleksander Îvanovîç Îyas

Ji sala 1912 de ket nav programa erkana eskerî a kafkasya ku li ser Azerbaycana Persîya û Kurdistana Persîya xebitîye, her weha li ser pirsa nakokîya sînorê navbera Persîya û Turkî xebat kirîye.

A+A-

 

Werger ji Rusî: Dr Ekrem Önen

Aleksander Îvanovîç Îyas
 

Evserê alaya Litva a paraztina Qeyserê Rûsî bû - Лейб-гвардейского Литовского полка (Leibgarde. E.Ö)
Di sala 1901 de hate persîya û li bajarekî biçûk Tybete - Heyderî ku ne durî hudûdê Afganistanê kar kir.

Xwendina xwe ya Rohjhilatnasîyê di salên 1895-1898 di dema kursên Efserîyê de li beşê zimanên Rojhilat ya departementa Asya ku bi wezareta derve a Rûsya ve grêdayî bû, zimanê Erebî, Farisî û Turkî dixwend.
Di dema xizmeta li Turkîstanê ket nav kârê kişifkirina Pamîra.

Di sala 1901 wek serokê dezgeha xizmetkarî a li dijî nexweşîya veba - Vîrus ( wek ajanê îlegal ) zêdeyî 11 sala li bajarê Tybeta-Heyderî Persîya kâr kir. Raporên wî yê ku di derbarê rewşa siyasî a li Xorosanê û Bakurê Afganistanê ku ji erkana eskerî a herêma Turkîstanê re rê kirîye gelek bilind tên nirxandin. Ew ji ji ber, hema bêje wek yekemîn kes bû zimanê Afganî zanî bú her weh monopolîya zanebûna zimanê Kurdî bû. Heman demê de zanakî zimanê Farisî bû ,ne bes di peyivî her weha bê qusûr dinivîsî.

Di dema karê xweyî li Persîya ji Nêzik de nasbûna wî û Rojhilatnasê Rûsî yê nevdar (Kurdolog .E.Ö ) V. F. Mînorskî re ku karê diplomasîyê dimeşand çêdibe.

Di meha gulana sala 1912 de dibe konsulê Rûsya li Mahabadê (Saûdj - Bûlak) Kurdistana Persîya bajarê Kurda ku li başûrê gola Ûrmîyê û li ser sînorê bakur yê Persîya û Turkî dikeve. Her weha karê ajanê ilegal li herêma hudûdê persîya û Turkî û Mezopotamya ku di bin hukmê Turkî de bû dikir.

Ji sala 1912 de ket nav programa erkana eskerî a kafkasya ku li ser Azerbaycana Persîya û Kurdistana Persîya xebitîye, her weha li ser pirsa nakokîya sînorê navbera Persîya û Turkî xebat kirîye.

Di sala 1913 de bi kaptanê erkana navendî Karaûlov re seferekê ber bi navça bakurê hudûdê persîya dikin ji bo bi cihkirina hudûdê navbera Persîya û Turkî, Her weha ji bo di derheqê eşîrê kurdan de infoemasyonê bide hev. Di encamê keşıvê da gelek agahîyên hêja yên siyasî, eskerî-coxrafî û etnografî bi dest dixin. Gelek ji van agahîyan Îyas di xebata xwe ya " seferek bakurê Kurdisrtana Persîya" de bi cîh kirîye.

Aleksander Îvanovîç Îyas xwe bi çend foto kamera amade kiribû ku yek ji wan jî "Kodak Panorama" ji bo ku bi karibe resmên panorama bikşîne. Îyas lazim bû kontrola karwanê ticaretê ku ji Hindistana Brîtanya dihat ku nehêle di rêya wande nexweşîya veba - Bûbon (Vîrus înflamation) derbasî nava Rûsya bibe. Lê Birîtanî bawer bûn ku Efser wek ajanekî eskerî îlegal hatîye şandin.

Di dirêjaya xizmeta xwe ya li Persîya, Îyas her berdewam bû bi kişandina resmên ciwan yê waran, mirovan û buyeran ku ew rastî wan dihat. Bi xêra wî îroj em bi nerînek nadir ya Rûsî em fam dikin wê serdemê Îran çawa bû.
Aleksander Îvanovîç Îyas her weha lîngîvîst bû û zimanê Farisî, Turkî û Kurdî baş zanî bû.
Di resmên wî de niştecîyên herêmê pir tabiîne û pir ferqin, ji resmên wê demê ku adet bû wek stîla "rojhilatnasîyê" ya hunermenda.

Aleksander Îvanovîç Îyas di şereki pêşìn yê cephê Rojhilata nêzîk yê şerê cîhanê yî yekemîn de hate kuştin. Lê bi xêra li hevhatineke tesaduf negatîvên wî (hinek ji wan di nav alavên efserekî Turk ku di şerê li dora Tebrîzê ku di sala1915 de hatibû kuştin derketin ) hatin xelas kirin û van nêzîkna ji raya giştîre hate nîşan dan. Vekirina Koleksiyona resmên Persiya a 1901 - 1914 a Aleksander Îvanovîç Îyas, îmkan da ku em arşîvek hêja û intetesnt ku aspektên cuda yê tarîxa civakî a bakurê rojavayê Îranê, her weha bi dokumentên grînge ji bo serdema bûyerên gring di tarixa welat da nas bikin.

Kartateka !
Lutheriste. Xwendina xwe ya tevayî û eskerî li beşê kadetê ya Fînlandîya xwendîye. Wek Letînantê 2 (efser) li Лейб-гвардейского Литовского полка (Leibgarde. Alaya Lîtva.E.Ö) dest bi kar kirîye.(05.06.1889 ) Bû Letînant.(05.08.1895). Kursên zimanê Rojhilat li beşê xwendinê yê departementa Asîya ya MÎD (wezareta derve a Rûsya). (1895-1898). Wek serokê herêma pişt kaspîya hat tayin kirin. Gelek caran bi serdanên kar diçû herêmên Persîya. Kapatanê erkanê (06.05.1900). Kaptan (05.08.1903). Li konsulxana navendî a Meşxedê kar kir. Polkovnîk (Albay) (06.12.1912). Cîgirê konsul li bajarê Soudjbulakê (Azerbeycana Persîya). Di sala 1914-1915 de ji alî Turkê derbasî nav axa Îranê bûbûn hate kuştin.
Xelatên Ana 3 (1905) û xelata stanislavê 2 (1909) de wergirtîye.

P.S.
Ez bawerim koleksîyona A.Î.Îyas wê gelek dewlemend be di pirsa kurdan de. Ev dokument min ji arşîva eskerî ya Rûsya Qeyserî derxistîye
li ser kartateka li cihekî tenê Soudjbulak wek (Azerbeycana Persîya) hatîye nivîsndin. Wek ez fam dikim yê kartateka hazir kirîye ev şaşîtî kirî ye. Lê min wek orîgînalê wergerandîye ji ber dokument nabe mirov biguhere,paşê berpirsên arşîva eskerî ev şaşî rast kirin ez jî dikim.

 

1-063.jpg

Aleksnder Îvanovîç Îyas

8-027.jpg

Aleksander Îvanovîç îyas bi du keçên xwe re 1901-1911

9-030.jpg

Îyas di navbera du berpirsên bilind yên Farisan de. Turbetê-Heyderî 20 0ktobet 1902

 

4-054.jpg

Viladîmîr Mînorskî (ji yê şipya ji alî çepê de yê 3) û Ettela el Molik (yê rûniştî) 1914. Ne diyare bi çi wesîleyê pîrozbahîyê dikin.lê ji ber berpirsên Rûsî û Persîya bi hevrene dikare bi wesîla kişandina sinorê navbera Petsîya û Turka be. Oktober 1914

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin