Li Laziqiyeyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li Laziqiyeyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

.

A+A-

Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Fermandariya Ewlehiya Navxwe ya Laziqiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku li bajêr qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Qedexe heta sibe dewam dike

Li gorî daxuyaniyê, qedexe îro saet 17:00an dest pê dike û dê heta sibê (31ê Kanûna Pêşîn a 2025an) saet 06:00an berdewam bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşên lezgîn, personelên tenduristiyê, tîmên ambulans û agirvemirandinê ji vê qedexeyê bêpar in.

Li herêma peravê çi qewimîbû?

Serokê Konseya Îslamî ya Elewiyên Sûriye û Diasporayê Şêx Xezal Xezal bangî alîgirên xwe kiribû ku xwenîşandanan bikin.

Li ser vê bangê, 28ê Kanûna Pêşîn li parêzgehên Laziqiye, Tertûs û Himsê li çend cihê cuda xwenîşandan hatibûn lidarxistin.

Şêx Xezal Xezal, piştî êrişa 26ê Kanûna Pêşîn a li Himsê ku li mizgefteke Elewiyan hatibû kirin û 8 kesan canê xwe ji dest dabû, daxuyanî dabû.

Wî daxwaza "federasyona siyasî û parastina navneteweyî" kiribû û bangî alîgirên xwe kiribû ku dakevin qadan.

Di wan xwenîşandanên dijî birêvebiriya Şamê de ku car caran tundî tê de derketibû, 4 kes miribûn û 108 kes jî birîndar bûbûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin