
Heybet Helbûsî wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin
.
Di rûniştina Parlamena Iraqê de berbijarê Partiya Teqedum, Heybet Helbûsî, bi wergirtina 208 dangan wekî Serokê nû yê Parlamena Iraqê hat hilbijartin.
Peyamnêra Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn, di rûniştina îro ya parlamentoyê ya ji bo hilbijartina desteya serokatiyê ya xula şeşemîn de, proseya dengdanê bi dawî bû û serokê nû hat diyarkirin. Di proseyê de ku 309 parlamenter beşdar bûn, Heybet Helbûsî 208 deng bidest xistin û bû serokê parlamentoyê.
Heybet Helbûsî di xulên çarem û pêncem ên parlamentoyê de, Serokê Komîsyona Petrol û Enerjiyê bûye.
Pêşbazî û proseya dengdanê
Piştî ku Musenna Samerayî xwe ji berbijartiyê vekişand, pêşbazî di navbera sê berbijaran de (Heybet Helbûsî, Salim Îsawî û Amir Ebdulcebar) birêve çû. Dengdan bi awayekî nehênî hat kirin û piştî hejmartina dangan a bi awayekî eşkere, Heybet Helbûsî biser ket.
Cîgirên Serokê Parlamenê: Kurd û Şîe
Piştî hilbijartina serok, tê payîn ku proseya hilbijartina cîgirên yekem û duyem dest pê bike. Li gorî dabeşkirina siyasî ya li Iraqê:
- Cîgirê Yekem: Pişka pêkhateya Şîe ye. Heya niha aliyên Şîe li ser navekî li hev nehatine, lê navên herî diyar Ehmed Esedî, Muhsin Mendelawî û Ednan Feyhan in.
- Cîgirê Duyem: Pişka pêkhateya Kurd e (bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê - PDK). Şaxewan Ebdullah bi fermî berbijarê PDK’ê ye ji bo vê postê.
Pêkhateya Parlamentoya Iraqê
Parlamena Iraqê ji sê beşên sereke pêk tê: Desteya Serokatiyê (Serok û du cîgir), parlamenter û komîsyonên mayînde.
- Komîsyon: Di parlamenê de 25 komîsyonên mayînde hene. Her komîsyonek ji serokek, cîgirek û 7 heta 21 endaman pêk tê ku karê wan lêkolînkirina projeyasayan û çavdêriya karên hikûmetê ye.
- Hejmara Kursiyan: Parlamen ji 329 kursiyan pêk tê. Ji van 320 kursî li ser parêzgehan hatine dabeşkirin û 9 kursî jî wekî "Kota" ji bo kêmneteweyan hatine veqetandin.
- Kotaya Jinan: Li gorî qanûnê, divê rêjeya jinan di parlamentoyê de ne kêmî 25% be, ku ev jî dike nêzîkî 83 kursiyan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin