Rêjeya xelkê bêzarbûyî ji rêjîmê li ser şeqaman dem bi dem zêdetir dibe

Rêjeya xelkê bêzarbûyî ji rêjîmê li ser şeqaman dem bi dem zêdetir dibe

.

A+A-

Pêka dawî raporên belavbûyî, li roja Sêşemî 30ê Kanûna Pêşîn, li bajarê Têhranê de li bazara “Beynulheremeyn”ê de xwenîşandana neraziyan dest pê kiriye û herwisa bazariyên meydana Neqşê Cehan jî bo roja 3ê dukanên xwe daxistine û tevlî nerizayetiyê bûne.

Herwisa li bazara Ceiferî, bazara Zêringiran, şeqama Milet, bazara mezin a Têhranê, tevî daxistina dukan û bazaran, xwenîşandan dest pê kirine û hejmarek li şeqamên bajarê Têhranê li destê xelkê de ne û hêzên rêjîmê li hember xelkê direvin.

Pêka raporên dawî li bajarê Kirmaşanê de jî dukandar û bazarî û xelk hatine ser şeqaman û li meydana Musediq a wî bajarê de kom bûne.

Li zanîngeha Şerîf a Têhranê û Senetiya Îsfehanê, zanîngeha bihiştî , Ilm û Semnet, de xwenûşandan dest pê kirine.

Li çendîn cihên din de jî xwenîşandan dest pê kirine û dirûşmên bingehîn ev in “Bimre dîktator, bimre sitemkar çi şah be çi rehber, biherife rêjîma îslamiya Îranê, netirsin em bi hev re ne, xwendekar bimre serşoriyê qebûl nake, tevlî xwenîşadanan bibin û heta herifîna rêjîmê em berdewam in û çendîn durûşmên din ên dijî binyata rêjîmê”.

Xwenîşandan li çendîn bajarên din de jî berdewam e û egera vê gelek zêde ye ku gelek berfirehtir û micidtir bibe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin