Komeleya Bilindkirina Jinên Kurd

Komeleya Bilindkirina Jinên Kurd

.

A+A-

Evîndar TEKÎN

Piştî ku li cîhanê ramana neteweperwerî belav bû, bandora wê weke li her qadên cîhanê di nava rewşenbîrên kurd de jî tîn da. Ji sala 1908an heta 1919-20an, gelek dezgehên siyasî, hewl dan ku kurd jî mafê xwe yên netewî bidestxin û bo vê jî gelek xebat hatin kirin.

Yek ji van komeleyên ku di nav vê hewldanê de bû jî, Tealî Nîsvan-î Kurd ango Komeleya Bilindkirina Jinên Kurd bû. Ev komele ji hêla jinên neteweperwer ên kurd ve, li Stenbolê hatibû damezirandin. Li gor zanyariyên heyî ev komele nêzîkî 3 mehan li dar maye û wek dezgehên din ên kurd ew jî hatiye girtin. Armanca vê komeleyê ew bûye ku ne tenê li Stenbolê, li Kurdistanê jî xebatan bimeşîne lê ev yek pêk nehatiye.

Di vejîna netewî ya kurd de jin

Di destpêka sedsala 20an de di nav bizavên siyasî yên osmanî de êdî fikra neteweperwerî hêdî hêdî serdest dibû. Rewşenbîr û neteweperwerên kurd jî di vê baweriyê de bûn ku ji bo bidestxistina mafên netewî yên gelê kurd hewldana belavkirina hest û ramanên netewî di nav kurdan de divêt. Neteweperwerên kurd di nîqaşên xwe de gelek caran bilêv dikirin ku beyî bêşdarbûn û pêşveçûna jinan, civakeke modern a kurd nayê avakirin. Lewre li hemû cîhanê wisa bû. “Xasma piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, jinên neteweyên pêşverû bi qasî mêran di nav şerî de bûn. Rola jinan di peşveçûna neteweyan de gelekî girîng e.”(Memdûh Selîm Beg)

 

Jin Bitlis

 

Jinên kurd, yekem car di sala 1913an de ketine qada siyaseta kurdî. Gotara jinan, ji mafên wan zêdetir wek “di afirandina netewa kurd de rola jinan” ketiye nîqaşê. Sedema vî tiştî jî bi kurt û kurmancî, pêdiviyeke bi lezûbez jê re hebû. Kurd di bidestxistina mafên xwe de derengmayî bûn. Lê em dibînin ku rola jinan di avakirina netewî de giş ji hêla mêran ve hatiye bilêvkirin. Gava em bi awireke giştî li van gotaran dinêrin em dibînin ku jin; wek mamosteyên ewil û herî girîng ên nifşên nû ên neteweperwer tên pênasekirin. Her wiha, bo veqetandina cudahiyên netewa kurd ji netewên din jî, taybetmendiyên jinên kurd, xasma jiyana jinên gundî ku digotin “jinên kurd ên gundî, hem ji jinên bajarî hem jî ji jinên netewên din azadtir in dihatin bikaranîn. Wekî encama van gotaran ku di kovargeriya kurdî de dihatin nivîsîn, Komeleya Bilinkirina Jinên Kurd (Kürd Kadınları Tealî Cemiyeti) derçû. Piştî avakirina wê, neteweperwerên kurd ên wekî Ezîz Yamûlkî, Memdûh Selîm Beg, Evdirehîm Rehmî Hekariyan, di kovara Jînê de kêfxweşiyên xwe anîne zimên.

Komeleya Bilindkirina Jinên Kurd tê damezirandin

Di 2yê Pûşpera 1919an de Memdûh Selîm Beg, mizgîniya damezirandina vê komeleyê dide. (İki Eser-i Mebrûr- Jîn-Hej:20): “Ji ber vê komeleya alîgirê kurdayetiyê em çiqas sipasdar bibin jî têrê nake.” Komele wek şaxeke Komeleya Bilindkirina Kurd (Kürd Tealî Cemiyeti) hatiye damezirandin. Ji nîzamnameya komeleyê em têdigiihîjin ku armanca wan ev in:

a) Bi awayekî modern, pêşveçûn û bilindkirina jinên kurd

b) birêkûpêkkirina jiyana malbatî a kurdan

c) peydakirina karî an jî alîkariya bi pereyî bo jinebî û sêwiyên ku ji ber koçberîyê perîşan bûne

d) weşandina rojname, pirtûk û belavokan û dayîna konferans û dersan bo endamên komeleyê û li cihên cihê ên Osmanî vekirina pirtûkxane, şaxên komeleyê, eywanên nîqaşê.(xalên 2yem û 3yem ên nîzamnameyê )

Jê diyar e ku li aliyekî hewldana dermankirina birînên gelê kurd didin, li aliyekî din jî dixwazin hizra neteweperweriyê di nav koçber, karker û xasma jinên kurd de bi rêya rojname, konferans, belavok û hwd. belav bikin. Bi taybetî xala 4emîn a nîzamnameyê vê yekê pir zelal diyar dike: “Bu telkînat(propaganda) millî intibahı(şiyarkirin) istihdaf eder.”

 

Mewlûd û axaftina Dr. Encûm Yamûlkî

Komeleyê, di 20ê Pûşbera 1919an de li Sultanahmedê mewlûdek daye. Di dawiya vê mewlûdê de Dr. Encûm Yamûlkî Xan, axiviye:

“Gelî Xaniman!

Di van rojên ku çarenûsên her miletî teşeyên cuda digirin û mafên her miletî tên dayîn de, em jî mafên xwe dixwazin. Lewre bi milyonan kurd hene û kurdistaneke mezin! Beşdarvan giş soz û qerar danîne ku ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin û bo bilindkirina kurdayetiyê çi pêwîst be pêk bînin.”

Ji vê mewlûdê diyar e ku komele, xwedî armanceke veqetînxwaz e û neteweperwer e. Çalakiyên din ên vê komeleyê bi qasî vê mewlûdê siyasî nîn in. Komeleyê, di 19ê Îlona 1919an de gelek zarok sinet kirine û bo lêçûna vê sinetê jî şevbihêrkek li dar xistiye.

Cihê mixabinî ye ku di derbarê endamên komeleyê de ti agahî di çavkaniyên heyî de tunene. Bes ji nivîsareke li Tîflîsê hatiye weşandin em têdigihîjin ku Dîlber Bedirxana jina Kamil Bedirxanî li Stenbolê beşdarî komeleyê bûye. (rojnameya Zarya Vastoka-1919) Her wiha em ji nivîsara Encûm Xan a bi navê “Bir Hitabe” (Jîn-22) têdigihîjin ku Dr. Encûm Yamûlkî, di dawiya mewlûdê de wek serekeke komeleyê axiviye.

Lê Encûm Yamûlkî Xan kî ye?

Ew, li Silêmanî hatiyê dinê. Keça Mistefa Paşayî yê ku di çavkaniyên tirk de wek ‘Kurd Nemrûd Paşa’ derbas dibe û yek ji çalakvanên rêxistinên kurd e. Ji ber zorariyên siyasî vegeriyayê Başûr û di hikûmeta Şêx Mehmûd Berzincî de cih girtiye. Diyar e ku Emcûm Xanim, di malbat û civakeke welatparêz de mezin bûye. Piştî ku zêrandina romiyan a li ser sazî û çalakvanên kurd zêde bû, Komeleya Bilinkirina Jinên Kurd tê girtin, Encûm Xan di sala 19227an de têrkî Osmanî dike û li Fransayê bi cih dibe. Di sala 1968an de jî li Parîsê diçe ser dilovaniya xwe.

 

Emîne Xanima Seroka Komeleyê

Ji xeynî Encûm Xan, em ji rojnameya “Îstîklal”ê têdihigîjin ku Emîne Xana jina Şerîf Paşayê revebirê Komeleya Bilidkirina Kurd (Kürd Tealî Cemiyeti), ji Parîsê serokatiya vê komeleyê pejirandiye û bi telgrafekê hewldana wan pîroz kiriye.

Lê Emîne Xan, kî ye?

Emîne Xan, 10 salên jiyana xwe li Stockholma Swêdê derbas kiriye. Yek ji mezintirîn rojnameya Swêdê, bi wêneyekê behsa wê kiriye ku wê, tê de rewşa jinan nirxandiye û jinên rojhilat û rojavayî daye ber hev û rola jinan di geşedana mirovahiyê de rave kiriye. (Svenska Dagbladet-1908) Emîne Xana navdar, di nav çapemeniya Swêdî de wek jineke bedew, jîr û xwende tê nasîn. Hatiye gotin ku ew, girêdayî kevneşopiyên xwe ye. Her wiha wê, di bin bandora femînîstên Swêdî wek Frederîka Bremer, Prof. Ann-Margret Holmgren de maye û çalakvaneke komeleyên femînîst û xêrxwaz bûye. Şerîf Paşayê mêrê wê, piştî koça Ewropayê a ji ber zêrandina Evdilhemîdî, li hemberî zordariya Îttîhad û Terakkiyiyan sekiniye. Emîne Xan jî piştgirî daye vê têkoşîna mêrê xwe û ji ber vê jî hatiye darizandin. Cezaya nefîkirinê jê re hatiye dayîn. Roja ku Îttihad û Terakkiyiyan li mala wan êrîşî wan kiriye, Emîne Xan bi wêrekî tevgeriye û ev wêrekiya wê di rojnameya New York Timesê de hatiye nivîsîn. Emîne Xan û Şerîf Paşa, di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de, hewldana ragihandina daxwazên netewa kurd dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin