Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kes Bi Dada Me Neperisit

A+A-

 

Dema ku Xwedê lawekî didê Hz. Brahîm gellekî keyfa wî tê û dixwaze ji bo Xwedayê xwe qurbanekî ser jê bike.

Dema ku wextê qurbanê tê Cebraîl xwe nîşanî Brahîm pêxember dide û soza wî tîne bîra wî û jê re dibêje: “Êdî wext e, ji bo Xaliqê xwe qurbanê ser jêke”. Brahîm pêxember radibe û amedekarîya qurbanê dike. Dixwaze ji bo Rebbê xwe, tişta herî qîmet bike qurban; tişta herî bi qîmet jî lawê wî Îsmaîl e. (Di çavkanîyên cihûyan de Îshak, di çavkanîyên misilmanan de Îsmaîl derbas dibe)

Ew û kurê xwe radibin diçin ser çîyayekî bilind ku nêzî Rebbê xwe bin. Li ser çîyê Brahîm pêxember herçiqasî ji dilê wî neyê jî ji bo soza xwe bîne cih radibê kêrê diavêje stûyê kurê xwe. Reb li jor wan temaşe dike û bi vê tevgera Brahîm gellekî keyfxweş dibe. Di wê kêlîka ku kêr dighîje stûyê Îsmaîl; ji alîyê Xwedê ve cebraîl beranekî ji ezmanên tînê xware û wî beranî dixe şûna Îsmaîl de. Di dawîya çîrokê de Brahîm fam dike ya ku serjêkirî ne kurê wî ye beran e. Di dawîyê de hem ew û hem jî Rebbê wan dilşad û bextewar dibin.

Di çîrokên dînî û di mîtolojîyê de çîrok bi pirani bi keyfxweşî diqedin lê ev keyfxweşî di rastîya jîyanê de mixabin nabe.

Ji demên berê ta heta niha ev axa qedîm di ber simên hespên zordaran de hatiye strandin. Vê axê gellek êş dîtine û li ser vê axa pîroz tu carî xêr û xweşî nebûye qismet. Ev yek di berhemên nivîskaran de jî derdikeve pêşberî me. Lê rastîya wêjeyê ew e ku  bi peyvan dilê mirovan bê xweşkirin. Mixabin hewqasî êş hatine kişandin ku ev êşa xedar sîrayetî berhemên nivîskar û helbestvana jî bûye.

Vê axê gellek kurên xwe, gellek keçên xwe, gellek zarok û pîrên xwe xistinê binê axê de.

Di demên aşîtîyê de zarok, dê û bavê xwe dixin binê axê de lê di dema şerî de herdem dê û bav zarokên xwe bi dilekî şewat teslîmî dayîka herî mezin kirine. Hewqasî mirin çêbûye li ser vê axê ku cebraîl û mirin bi xwe jî ji vê yekê betilîne; di demên wiha û di her wextî de ya herî baş aşitîye.

Her tişt diqede, tiştekî ebedî tune ye li ser rûyê vê erdê. Êş jî digedin lê ya ebedî aramî, xweşî, dilşadî, bexteawrî…

Dîrok tişta dikeve ser milê xwe tîne cih û hertiştî dinivîse. Tevgerên me an dê me bike mirovên baş û di nava rûpela mirovên baş de zurrîyeta me dê me bibînin û dê pê serbilind bibin an jî dê me bike mirovên xirab û zurrîyeta dê pê timî serî tewandî bin.

Gellek tişt hene ne tên gotin û ne jî tên nivîsandin. A muhîm ew e ku wekî mirovên kamil hewceye em tevbigerin û herdaîm xêr û xweşîya insanan bixwazin. Hewceye em dest bidin hev û li ser vê cîhana derewîn bihuştekê wekî bihuşta qesra Babîlîyan ava bikin. Bila her mirov feydê ji bihuştê bibîne.

Alîgirên Brahîm pêxember hebûn hatin alîkarîya wî lê dê kesek neyê alîkarîya me û dê “Kes li dada me neperisit”.

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum