‘Kêra KO’ ya Mazhar Kara

‘Kêra KO’ ya Mazhar Kara

.

A+A-

Nevzat Karakeçî/Duvar

Qutiya dilê her kurdek, wek bext û qedera wan, wek êş û birînên wan dişibe hevûdû û herwisa jî tije û dagirtî ye. Her yek ji wan bi heman loriyan mezin bûne û ji heman pêsîrê mijiyan e. 

Hinek dereng be jî, di van rojan de min pirtûka (romana) dostê xwe yê hêja rêzdar Mazhar Kara xwend. Berî her tiştî bi çend hevokan be jî, dixwazim ji birêz Mazhar Kara û Weşanxaneya DENGê re spasiyên xwe pêşkeş bikim ku romaneke din li pirtûkxaneya kurdî zêde kirine. Herweiha, dixwazim destxweşiyê li kedkar û berketiyê çand, huner û zimanê kurdî Mazhar Kara bikim ku heyamê çend rojan be jî, di nav rûpelên pirtûka xwe de min li gelî, deşt, zozan, çiya û newalên Welatê Serhedê kir mêvan; Geh li etekên peletokanê, geh li Zozanê Şerefdînê, geh jî li berpalên Çiyayê Qirûcê û heta quntara Çiyayê Çiyagewrik bûst bi bûst ez gerandim.

Carna ez li hespekî bozê rewan siwar kirim û li deşt û mêrgên bêserûber ku bi gul û sosin, beybûn û binefşan hatine xemilandin, gerandim. Carna li berpalê Zozanê Tekmanê, li ser kaniyekî avcemidî, li ber dengê bilûra şivanekî evîndar kir mêvanê cêrî û bêrîvanan. Carna di bin kelekela tava havînê de li qeraxê Çemê Erez di bin siya dara biyê de bi dengê senfoniya curbecur teyr û tilûrên ser daran û beqên bin avê ez dam razan. Carna bi sirê payîzê re di bin şikeftek de bi min temaşeyê xunava baranê da kirin û bi dengê qîjeqîja qulingan ku xatir ji mêrg, gelî û newalên serhedê dixwestin û ber bi deşta beriyê koç dikirin, dilê min xira kir û agir bi kezeba min xist.

KÊRA KO CAREK DIN DIDE PIŞTRAST KIRIN: ZIMAN ZINDÎ YE

Carna di şevereşên payîza paşîn de ji devê kal û pîrejinên welatê serhedê metelok û xebroşkên hezaran sal û evîna evîndarên bextreş bi min da guhdarkirin. Carna jî, bi perpûrên berfê re, min bi tîpî, ba û baxozên ziviztana reş û xedar ya serhedê da nasîn. Berî ku hin kêmanî û şaşiyên di romana “Kêra Ko” de ne, bînim ziman, dixwazim carek din ji birêz Kara re spas bikim ku piştî çend salan, carek din bi dehan peyv, gotin û navên cureyên xwezayê ku çendîn sal in ji bîra min çûbûn û hema hema ji ferhenga mêjiyê min dihatin dûrxistin, yek bi yek anî bîra min. Herwisa, carek din dide piştrastkirin ku bi rastî jî, ziman zindî ye. Ger demek kin be jî, neyê bikaranîn, dê bê jibîrkirin û di nav demê de bi xeteriya windabûnê re rû bi rû bimîne.

Wisa bawer im ku birêz Kara jî, bi helwesta pêşîlêgirtina vê xeteriyê, temamê tûrika bîra xwe bi ser van rûpelan ve reşandiye. Rûpelên pirtûkê bi danasîna erdnîgariyê bigir û heta çîroka Çemê Erez, Dicle û Feratê, ji navên gul û giyayan, dar û beran bigir heta ajal û lîbasan, ji gotinên pêşiyan bigir heta stran, kilam û metelokên hezaran sal ku êdî bûne çand û kevneşopiya civakê, hatine xemilandin û kemilandin. Hezar car mala te ava û destên te xweş bin birako. Yek ji kêmaniya vê berhemê ev e ku birêz Kara, çanda “Dengbêjiyê” ku yek ji çanda herî girîng ya welatê serhedê ye, piştguh kiriye. Xwezî çend rûpel jî, ji dengbêjên serhedê re veqetandina. Lewra Gelê Kurd, ji gellek aliyan ve deyndarê dengbêjên xwe ye. Wek tê zanîn, ji ber zext, bandor û êrişên li dijî Gelê Kurd yên bi sedan sal derfet nedane ku ev gel, çand, ziman, dîrok, mûzîk, huner û edebiyata xwe bi nivîskî biparêze û bikemilîne. Ji ber vê yekê jî, Gelê Kurd, heta çil pêncî salên dawî bi saya dengbêj û çîrokbêjan ew parastine û gihandine heta vê deme. Ji ber vê yekê ye ku ev gel, bi her awahî ve gellek û gellek deyndarê dengbêj û çîrokbêjên xwe ye. Bi ya min, sedemê herî girîng ya dewlemendiya edebiyata devkî ya Gelê Kurd yek jê jî, hebûna vê çandê ye.

WÊRANKIRINA GUND Û BAJARAN

Birêz Kara, herwisa ji çend aliyan ve bi hurgilî bal kişandiye ser birînên Gelê Kurd yên ji ber pergala perwerdehiyê ya jibo helandin û pişaftina çand û zimanê kurdî, zext û bandora ya ji bo valakirin û wêrankirina gund û bajarokan, hebûna bazirgan û tacirên olî, xizanî û nezaniya civakî û bi ser de jî kêmanî û şaşiyên xwebixwetî ku bi sedan sal in, pê dinale û ji her alî ve wek dêwekî heft serî û heft mil ew dorpêç kiriye û nahêle ev civak xwe bilebitîne.

Her yek ji van kiryarên bi pergal, çawa ku di derûnî, mejî û laşê her yek ji me de birînên kûr û bêderman vekirine, wisa xuya ye ku birêz Kara jî, bi êş û jana heman birînan dinale. Lê, ferqa me û birêz Kara ev e ku jibo kewandina birînên xwe, ew bi ser rûpelên vê pirtûkê re naliye. “Nalîn jî, yek ji şêweyê kewandina birînan e.” Xêr û guneh di ustiyê nenika (pîrik) min de, wê wisa digot. Lewra, dema mirov “Kêra KO” dixwîne, dibine ku gotin bi gotin, hevok bi hevok, rûpel bi rûpel ev pirtûk, bi nalîn û fîxana ji ber êş û azara dil û mejiyê birêz Kara hatiye nexşandin. Ez di wê baweriyê de me ku birêz Kara, çu tiştek nebûyî û xeyalî lê zêde nekiriye; tenê devdanka qutiya dil û mejiyê xwe vekiriye û tiştên di têde, yek bi yek reşandiye ser rûpelên “Kêra KO”. Dema min dixwend, di her rûpelê de min bijiya xwe bi birêz Kara dianî; xwezî ez jî bi qasê wî wêrek û kêrhatî bûma.

SIYASET BÛYE PERÇEYEK GIRÎNG YA JIYANA ROJANE

Wisa bawer im, her kurdek ku “Kêra KO” bixwîne, dê gellek perçeyên ji jiyana xwe têde bibîne; piçûkî û zaroktiya xwe, xortanî û ciwantiya xwe, malbat û civaka xwe, ziman û çanda xwe, gund û bajarokê xwe, jiyan û serpêhatiyên xwe… Lewra, qutiya dilê her kurdek, wek bext û qedera wan, wek êş û birînên wan dişibe hevûdû û herwisa jî tije û dagirtî ye. Her yek ji wan bi heman loriyan mezin bûne û ji heman pêsîrê mijiyan e. Wek di rûpela dawî de jî hatiye nivîsandin; pirtûk ji aliyek ve jî, civaknasî, derûnî-psîkolojî, mirovhezî, padagojî û siyasetê jî di nav xwe de dihewîne. Herçiqas, nivîskar gotibe “piçek siyaset” jî, lêbelê, bi ya min gellek siyaset têde heye. Lewra, ev bi dehan sal in ku jibo her kurdek, siyaset bûye perçeyek girîng ya jiyana rojane.

Birêz Kara, herwisa bal kişandiye ser siyaseta rêxistinî ya kurd ku bi dehan sal in, jibo şiyarkirin, pêşvebirin û guhertina civakî têdikoşe. Lêbelê, di nav rêzikan de bi me dide nişandan ku di encama vê tekoşînê de, di civakê de ji gellek aliyan ve guhertin û ser û bin bûnên mezin pêk hatin. Baş an jî nebaş, gellek tabûyên hezaran sal hatin hilweşandin û pê re jî, valahiyek cidî peyda bû. Ev pirtûk rayê me dide ku ya xirab û balkêş ew e ku siyasetê, vê valahiyê bi nirxên nû û pêşkeftî danegirt, loma ku dîsa ma di destê bazirgan û tacirên olî û seydvanên hêviyê de.

De wisa ku du malbatên kurd, du bavên welatparêz û siyasî du keçên xwe yên xama bi destê kurên xwe yên zarok didin kuştin. Ji aliyek ve parastina azadiya kesayetî û civakî, ji aliyek ve rexnegirtina li adet û toreyên kevnare ku ji aliyê kes û malbatên kevneperest ve tên domandin, ji aliyek din ve jî xwe teslîmkirina kesên welatparêz û pêşverû ya parêzvanên van toreyên kevnare. Bi rastî naxwazim zêde dirêj bikim û serê xwendevanan bêşînim. An na ev pirtûk hêjayê pesindayînê ye ku mirov çendîn rûpel jî binivîsîne, dîsa têrê nake. Carek din destxweşiyê li birêz Kara dikim û emê bi kelecoşek mezin li benda berhemek din bimînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin