Joe Biden: Îran bo demeke dûr û dirêj nikare wan xwepêşandanan bêdeng bike

Joe Biden: Îran bo demeke dûr û dirêj nikare wan xwepêşandanan bêdeng bike

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden pesnê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê da û li hember bihêziya wan nerazîtiyan heyirîmana xwe nîşan da. Biden got, ev xwepêşandan wê demeke dirêj berdewam bin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di gotarekê de li zankoyeke bajarê Arfîn a Floridayê ku hejmareke zêde ya xelkê Îranê dijîn, got, ew digel jin û welatiyên Îranê yên wêrek in, tiştê ku herî zêde bala wî kişandiye, ew e ku Îran bo demeke dûr û dirêj nikare wan xwepêşandanan bêdeng bike.

Serokê Amerîkayê rexne li yasayên Îranê girt û diyar kir, jin li hemû cihanê û bi awayên cuda rastî tundûtûjiyê tên lê pêwîst e li ber xwe bidin, nabê kes jê re bêje pêwîst e çi cilekê li xwe bîkî. Biden got, pêwîst e Îran sinorekê ji tûndiya dijî welatiyên xwe dayîne.

Li aliyê din, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borel di pêwendiyeke telefonî ya bi Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîrebdullahiyan re teqez li ser helwesta Yekîtiya Ewropayê kir ku xelkê Îranê mafê wan heye xwepêşandanên aştiyane bikin û berevaniya mafên xwe yên sereke bikin.

Joseph Borel di tweeteke xwe de ragihand, ew bi Wezîrê Derve yê Îranê re axiviye û jê re gotiye pêwîst e tepeserkrina xwepêşanderan bilez bi dawî were û hemû girtiyên xwepêşandanan jî werin azadkirin.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên ku li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve dest pê kirin di 27emîn roja xwe de berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin