Lonjîn Ebdo: Di hepsên îstixbarata Tirkiyê de hevalên me bi îşkenceyê canê xwe ji dest dan

Lonjîn Ebdo: Di hepsên îstixbarata Tirkiyê de hevalên me bi îşkenceyê canê xwe ji dest dan

.

A+A-

Lonjîn Mihemed Xelîl Ebdo keçeke Efrînî ye, ew ligel bavê xwe Mihemed Xelîl Ebdo û xwişka xwe Rojîn Mihemed Xelîl Ebdo, di Hezîrana sala 2018an de li Efrînê ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê (MIT) ve hatibû girtin û di zindanên Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar de mabû. Lonjîn Ebdo got, “Di hepsên îstixbarata Tirkiyê de me gelekî zext dîtin, hevalên me bi îşkenceyê û ji ber birçîbûnê canê xwe ji dest dan.”

Lonjîn Mihemed Xelîl Ebdo piştî 2 sal û 7 mehan di zindanên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de, di meha Kanûna sala 2020an de hatibû azadkirin.

Berî çend mehan, Lonjîn û malbata xwe gihîştine Fransayê. Tora Medyayî ya Rûdawê yekemîn hevpeyvîna medyayî li gel Lonjîn Ebdo kiriye.

Lonjîn Ebdo behsa wan rojên xwe yên di zindanên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de kir û got, “Me wexteke dirêj di wan hepsan de derbas kirin. Hepsên wan wek hev û di binê erdê de ne, rutubet û kêzik û heşarat gelek bûn tê de, aqilê însanekî qebûl nake.”

Efrîn û çend herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê piştî ku ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hate dagirkirin hejmareke zêde ya Kurdan ji wir koç kirin û yên mayî li rastî zext û zordarî û kuştinan hatin, hinek ji wan jî demeke dirêj di zindanan de man.

Lonjîn Ebdo li ser reftara ku bi wan re dihate kirin anî ziman, “Em ketin pir hepsan, em ne tenê cem Hemzata bûn. Berî Hemzatan, em li cem Îstixbarata Tirkiyê bûn. Berî ku me bişînin cem Hemzatan, bi 8 mehan, me îşkenceyên fizîkî yên wek dayîna elektrîkê û yên derûnî jî dîtin. Li her hepsekê hevalên me yên mirin hebûn. Me li her hepsekê pir hevalên xwe veşartin. Ez navên wan jî bidim, hevalekî min ê bi navê Kawa hebû, pir nexweş bû. Bi nexweşiyê û îşkenceyê ew kuştin, li Zindana Ziraa veşartin.”

Lonjîn Ebdo diyar kir ku berî ku wan bidin destê grûpa Hemzat di destê Îstixbarata Tirkiyê de bûne û got, “Di hepsên îstixbarata Tirkiyê de me gelekî zext dîtin, hevalên me bi îşkenceyan û ji ber birçîbûnê canê xwe ji dest dan.”

Çavkanî: Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin