Berdevkê Talîbanê li Diyarbekirê ye

Berdevkê Talîbanê li Diyarbekirê ye

.

A+A-

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid ji bo beşdariya “Hevdîtina Heftemîn a Aliman" li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Îro li Diyarbekirê, "Hevdîtina Heftemîn a Aliman” bi sernavê "Rola Aliman di Pêşketina Umetê bi Ilm û Ramanê de" birêve diçe.

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid jî beşdarî konferansê bû.

Zebîhullah Mucahid di konferasê de bi zimanê Farisî gotarek pêşkêş kir.

Herwiha ji Başûrê Kurdistanê jî çendîn zanayên olî beşdar dibin, ku yek ji wan Prof. Dr. Ehmed Ebdulwehad Pênciwênî ye.

Hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê Yekîtiya  Zanayên Îslamê ya Cîhanî Elî Qeredaxî jî dê bi rêya vîdeo konferansê beşdar bibin.

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda Par) Zekeriya Yapicioglu, Prof. Dr. Yusuf Kaplan, Samî Seîdî (Lîbya), Şêx Zahid Xeznewî jî di konferansê de beşdar in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin