Jimara nû ya Kovara Nûbiharê derketiye

Jimara nû ya Kovara Nûbiharê derketiye

.

A+A-

Di vê jimarê de Rohat Alakomî li sek keştiye Hz. Nûhî, M. Zahîr Ertekînî li ser nivîskar û helbestvana kurd Diya Ciwan û pirtûka wê nivîsiye. Gelek nivîsên din ên li ser edebiyat û hunerê û helbest di vê jimarê de cih girtine.

 

Jimara 156an a kovara Nûbiharê derketiye. Di vê jimarê de Rohat Alakomî li ser keştiya Hz. Nûh ya ku li ser çiyayê Cûdî daniye nivîsiye.

M. Zahir Ertekin di nivîsa xwe de behsa nivîskar û şaira kurd Diya Ciwan û kitêba wê ya “Zikata Evînê” kiriye.

Mûrad Celaliyî di vê jimarê de zûgotinokên Kurdî û taybetiyên wan kiriye mijara nivîsa xwe. M. Sadik Varliyî di nivîsa xwe de li ser Serhildana Bedlîsê ya sala 1913an rawestiyaye. Mela Mihemedê Kêrsiyî behsa Mela Weysiyê Sohtilî û Mela Hesenê Bazidiyî kiriye.

Rahmetûllah Karakayayî li ser nivîskariya Sabri Akbelî, Kenan Soylemezî jî li ser Dengbêj Evdirehmanê Perê nivîsiye.

Abdûrrahman Benekî behsa Berbanga Kurdên Qazaxistanê û Prof. Kinyazê Îbrahîm; Hanîfî Taşkinî jî behsa nameyeke Seyid Tahayî ya ku ji ‘Ebdirehmanê Qutûbî re şandiye kiriye.

Bi Kirmanckî/Dimilî, O. Faruk Çetînkaplan şi’rek ji Melayê Cizîrî wergerandiye. Netîce Altûn Demîr jî çîrokek nivîsandiye. Hevpeyvîna vê jimarê Salihê Kevirbirî bi Serkarê weşanxaneya Zengezûrê Hejarê Şamil re kiriye.

Ji bilî van nivîs, helbest û hevpeyvînan, çendîn nivîs û helbestên din di vê jimarê de hatien weşandin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin