Ji Erdogan daxuyaniya Garê: Me xwest wan rizgar bikin, em bi ser neketin!

Ji Erdogan daxuyaniya Garê: Me xwest wan rizgar bikin, em bi ser neketin!

.

A+A-

 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 15ê Sibatê derbarê operasyona Garê ya ser PKKê de û kuştina 13 dîlan daxuyanî dan û got ku wan xwestiya wan rizgar bikin, lê bi ser neketine.

Erdogan li ser operasyona artêşa Tirkiyê ya 10ê Sibatê dest pê kiribû û doh 14ê Sibatê hatibû bidawîkirin got, "Ev birayên me di destê terorîstan de dîl bûn. Ji roja hatine dîlkirin ve me hesabê rizgarkirina birayên xwe ji destê wan dikir. “

Erdogan di berdewamê de jî kuştina 13 kesan wekî înfaza PKKê nîşan da û bal kişand ser operasyona Garê û li ser polîs û leşkerên dilgirtî got, “Hinek ji wan 5 sal hinek jî 6 sal berê hatin revandin. Di nav wan de polîs û leşker hebûn. Lê mixabin em di vê de bi ser neketin.”

Navenda Fermandariya baskê leşkerî yê PKKê (HPG) jî doh piştî daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê yên derbarê înfazkirina 13 dîlan de, bi daxuyaniyekê ew îdia red kiribûn û dabû xuyakirin, dema bombebarana giran gerîlayan hewl daye xwe û dîlan biparêzin, lê artêşa Tirkiyê ne ji bo rizgarkirinê ji bo kuştinê kampa êsîran bombebaran kiriye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin