Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji du camêran re spasiyên xwe pêşkêş dikim

A+A-

 

Heger em li tevgerên welatan binêrin, em ê bibînin ku hemî bi alîkarî û hevkariya hev re bi pêş dikevin. Lewra jî divê em kurd vê ji bîr nekin û bikaribin bi alîkariya hev rabin.

Di rojên îro de pêwîstiya me kurdan bêtir ji hev heye. Divê em bi saya vê alîkariyê bikaribin, berhemên xwe, kar û xebatên xwe bi cîhanê de jî bidin zanîn.

Heger berhemên kurdan nebin bi zimanê biyaniyan, ma wê çawa ew ji wan keraset û kiryarên qirêj ku hatine serê gelê me fêr bibin.

Heger em wan berhemên li ser zîndana Diyarbekirê nekin zimanên biyaniyan ma gelo ew ên çawa fêr bibin ku di wê zîndanê de çi dianîn serê me girtiyên di wirde.

Heger em roman û berhemên li ser enfalê ku li başûrê kurdistanê hatiye serê gelê me, nenivîsînin û nekin bi zimanê biyaniyan ma gelo ewên çawa ji wan bûyerên qirêj haydar bibin.

Ji ber vê ye ez niha spasdarê rêzdar CANKURD im ku wî berhema min ya li ser zîndana Diyarbekirê wergerandiye bi zimanê erebî û qedand. Êdî em ê ji bona çapa wê bigerin da ku hin vê bi erebî biweşînin. Ev berhem cara ewil di sala 1994an bi kurdî û kurmancî li swêdê hate weşandin. Dûre bû Grekî (Yunanî), tirkî, soranî swêdî û niha jî erebiya wê rêzdar Cankurd qedand.

Her weha dostekî rêzdar CANKURD vê ango Gardiyan werdigerîne bi zimanê Îngîlîzî, Fransî û Elmanî hêvîdarim di demeke ne zêde dûr de ewên jî biqedin.

Ji ber vê ez spasdarê rêzdar CANKURD im ku wî bi dilxwaziya xwe, ji camêriya xwe, bi ked û zehmetiyên xwe bi alîkariya min ve rabû da ku ew bûyerên di zîndana Diyarbekirê de dihatin serê me girtiyê wir bi cihanê bide zanîn.

Bûyera dudan ku divê em kurd bi hemî hêz û qawetên xwe wê jî bi cihanê bidin zanînê, mesele enfalê ye. Loma min salekê li ser wê li welatê xwe ê azad û li devera Barzan li bajarokê Bilê bi cih bûm da ku wê bûyerê, wê kerasatê ji devê wan fêr bibin û binivîsînim. Ez qederê salekê li wir mam.

Piştî xebatên dûr û dirêj, min Şanoya enfalê ya bi navê Dîroka Rureş li Swêdê di 25 saliya enfalê de (2008) weşand. Romana enfala 8000 zilamên Barzaniyan jî piştî xebata heft salan li bakurê kurdistanê bi navê Barzan Digirî hate weşandin (2017).Niha soraniya wê jî ji bona çapê li başûrê Kurdistanê amade ye. Wergera wê ya bi soranê brayê hêja pêşmêrgeyê qehreman Ruken Welat kirî ye. Spasî wî dikim.

Ev roman ji teref brêz Mamoste Bakî ve ji bona zimanê tirkî hate wergerdan û camêr bi kedeke bê hempa ew qedand. Niha ew jî ji bona çapê amade ye.

Ji bona vê kar û zehmetiya brêz Mamoste Bakî ez spasiyên xwe pêşkêşî wî dikim. Camêr gelek zehmetî û ked daye vê da ku tirkiya wê ne kêmî kurdiya wê be.

Du camêran bi kar, ked û xebatên xwe du berhemên min wergerandin, bê ku daw û doza tiştekî li min bikin. Ji dilsoziya xwe û bi kêfxweşiya xwe van camêrana ev herdu berhem wergerandin. Ez jî tenê dikarim spasî wan bikin ku bi alîkariya min ve rabûne.

Xebateke min ya 12 salan ku ew jî ji hevpeyvînîn ku min bi malbatên kesên wan hatibûn enfalkirin re kiribû, niha ji bona çapê bi herdu zaravaya (Kurmancî û soranî) amade ye. Ji bona soraniya vê jî spasî hêja Kurmancê Çalî dikim. Lê kesên Qêrîna Barzan çap bikin tune ne. Ji ber îmkanên min aborî dest nade ku ez mesrefê çapa vê bidiin loma ew her weha sekiniye.

Helbet wê rojek hin kes an weşanxane bi alîkariya min ve rabin da ku ev berhema pîroz ku min gelek xebat li ser wê kirî ye bê weşandinê.

Heger rojekê ev hate weşandin, wê gavê kesên ku vê bixwînin û wê fêr bibin ku bê enfalê çawa û ji bona çi destpêkirîye.

Serketina welatan bi fêrbûna dîrokê xwe dibe. Welatê dîroka xwe nizanibin têkçûn dê her para wan be.

Ji ber vê dibêjim; Pêwîst e her kurd rewşa zîndana Diyarbekirê û enfala hatiye serê gelê me, baş fêr bibin. Loma min jî li ser van bûyerên qirêj roman nivîsîye û hêvî dikin ku bi alîkariya we ew bikevin qada navneteweyî da ku herkes wan bûyerên hatine serê gelê me, bi awayekî rast û ji devê şahîdan fêr bibin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar