Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû

Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû

.

A+A-

 Ji bo derzîkirina vîrûsa koronayê li ser navnîşana “mhrs.gov.tr” û ALO 182 sîstema randevûyê hat vekirin. 
 
Tirkiyê di 30’ê kanûna 2020’an de derziya CoranaVac a 3 milyon doz ku ji fîrmaya Sinovac a Çînê hat hilberandin anîbû. Pêvajoya testa derziyan a ji bo 14 rojan ku li laboratuvara Saziya Derman û Tibê ya Tirkiyê hat kirin temam bû. Tê payîn ku derzîkirin roja pêncşemê ango înê dest pê bike. 
 
Randevuya ji bo derzîkirinê ya ji bo xebatkarên tenduristiyê û yên di grûpa rîskê de li ser navnîşana “mhrs.gov.tr” û ALO 182 dest pê kir. Di merhaleya ewil de dê xebatkarên tenduristiyê, kesên temenê wan bi ser 65’an re ye, asteng û yên li stargehan dimînin werin derzîkirin. 
 
Welatî ji bo derzîkirinê li ser Navenda Pergala Randevuyê ya Hekîman (MHRS) dê li hekîmên malbatan, nexweşxaneyê cemaweriyê yên guncav an jî li nexweşxaneyên taybet randevu bistînin û xwe derzî bikin. 
 
Derzîkirin dê ji 28 rojan carek û 2 doz werin sepandin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin