Îtalya Dê Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Sist Bike

Îtalya Dê Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Sist Bike

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte dîyar kir ku ewê tedbîrên dijî vîrusa korona ji 4’ê Gulanê pê ve qonax bi qonax sist bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya Conte kompanîyên bazirganîyê ji 4’ê Gulanê pê ve, muze, pêşangeh û kitêbxane ji 18’ê Gulanê pê ve û restoran, bar û kafe jî dê ji 1’ê Hezîranê pê ve vebin.

Conte da zanîn ku jiber ku li dibistanan rîska belavkirina vîrusa korona zêde ye ew dê girtî bimînin û di Îlonê de vebin.

Hikûmeta Îtalya bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire di 10’ê Adarê de dest bi sînordarkirinan kiribû.

Vîrusa korona li Îtalya ketîye canê bi qasî 200,000 kes û heta niha 26,644 kes kuştine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin