NY: Hikûmeta Herêmê karekî cudawaz bo rûbirûbûna Korona kirîye

NY: Hikûmeta Herêmê karekî cudawaz bo rûbirûbûna Korona kirîye

Netewên Yekgirtî tekez dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî cudawaz ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê kirîye û daxwaz ji welatîyan jî dike, pabendî rênimayan bibin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Nûnera Sekretera Giştî ya Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Hennes-Blackshart di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ji nêzîk ve karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dişopînin û wê karekî gelekî baş di rûbirûbûna Korona de kirîye.

Dîyar kir, rûbirûbûna Korona ne tenê karê hikûmetê ye, ti hikûmetek bi tena xwe nikare rûbirûyî Korona bibe, ew karê hemû welatîyan e û divê rênimayên tenduristîyê peyrew bikin.

Tekez kir jî, mixabin metirsîya nexweşîya Korona maye, ji ber wê jî divê her kesek agahdar be, lê niha desthilatên Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybet jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, karekî gelekî baş kirîye.

Ev piştî wê tê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, komek rêkar û rênima girtine ber û qedexeya çûnûhatinê ragihandîye.

Ji encamên wan rêkar û rênimayan, rêjeya pêketin û mirina bi vîrusa Korona li gor welatên derdorê kêm e, ku heta niha 347 kes bi Korona ketine, ji wan 4 kesan canê xwe jidest dane û 320 kes jî baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin