Yekitîya odeyên bazirganî û pîşesazîya Kurdistanê: Rewşa dergehên sînorî normal bûye

Yekitîya odeyên bazirganî û pîşesazîya Kurdistanê: Rewşa dergehên sînorî normal bûye

Berdevkê yekitîya odeyên bazirganî û pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, her kes û bazirganê ku nirxa tiştan giran bike, dê were sizadan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê yekitîya odeyên bazirganî û pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, Karwan Sûrçî ji BasNewsê re got, rewşa dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re mîna dema belavbûna vîrusa Koronayê nîne û normal bûye û çalakîyên bazirganî jî didomin.

Karwan Sûrçî her wiha got, rojane tişt û pêdivîyên rojane ji dergehên sînorî re derbasî Kurdistanê tên kirin. Yanê ti kêmasî û tengavîyek di vî warî de nîne.

Li ser giranbûna nirxa tiştan jî Karwan Sûrçî got, me bername danîye em bi bazirganan re bicivin da ku ti kes û bazirganek di meha Remezanê de nirxa tiştan giran neke. Kî wê yekê bike dê were sizadan.

Bi gotina berdevkê yekitîya odeyên bazirganî û pîşesazîyê, kirîza ku ji ber neşandina mûçeyê Kurdistanê ji alîyê Bexdayê ve derketîye, bandorê li ser çalakîyên bazirganî nake.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin