Hûrgiliyên êrişa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê

Hûrgiliyên êrişa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê

.

A+A-

Derengiya şeva borî, êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin û Dije Terora Kurdistanê dibêje, bi rêya du dronên bombirêjkirî êrîş hatiye encamdan û ti ziyaneke wê ya canî nebûye.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw derbarê êrîşa ser Balafirxaneya Hewlêrê ragihand, Hewlêr nahejê û bihêz e, ew ê ku xwe li hember şikoya Hewlêrê taqî bike, wê şikoya wî bişike.

Dije-Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku, bi rêya dronên bombekirî êrîş li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.

Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge di Operasyonên Iraqê de Liwa Ebdulxaliq Teleet ji Rûdawê re ragihand, ev ne cara yekem, duyem û sêyem e ku ev êrîş têne kirin, êrîş jî bo ser hêzên Amerîka ye li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê lê ya baş ew e ku ti ziyaneke canî nebûye.

Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge di Operasyonên Iraqê de got jî, berpirsên di ber van êrîşan de naskirî ne û divê berpirsyaretiya xwe ji van êrîşan nîşan bidin.

Liwa Ebdulxaliq Teleet got jî, bi du dronan êrîşî hêzên Amerîka li balafirxaneyê hatiye kirin û herdû dron hatine teqandin û ti ziyaneke canî nebûye.

Wezîrê Gihandin û Veguhastina Herêma Kurdistanê Ano Ebdoka jî ragihand, ew van êrîşan şermezar dikin.

Êrîşa şeva borî ya ser hêzên Amerîka li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê piştî du mehan tê ku ti êrîşeke weha li ser berjewndiyên Amerîka li Iraqê nehatibû encamdan.

Berpirsên milîsan çend caran ragiahndine, rawestandina van êrîşan ji bo yekê bû ku rê bidin hêzên Amerîka heya dawiya 2021ê ji Iraqê vekişin.

Ev êrîşa şeva borî ya bi dronan ango balafirên bê pîlot li ser hêzên Amerîka li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê berî çend demjimêran ji serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Îranê tê, ku wê yekem serdan be piştî ku Serokkomarê Îranê Ibrahîm Reîsî desthilat wergirtiye.

Di serdana xwe ya borî de ji bo Bexda, Fermandarê Feyleqa Quds ya Supaya Pasdarên Îranê, çend çavkaniyên Iraqê ragihandiye ku wî ji berpirsên Iraqê re ragihandiye, ku baweriya Tehranê bi Amerîka nayê lê ew ê çaverê bike ji bo ku bizane, wê hêzên şerker yên Amerîka heya dawiya 2021ê ji Iraqê vekişin yan na, eger na, wê grûpên “berxwedan” li gor ku fermandarê Feyleqa Quds ya Supaya Pasdarên Îranê bi nav kirine, wê êrîşên xwe berdewam bin.

Ji 15 Sibata îsal 2021 û heya 11 Îlonê, 20 êrîş bi dron û rokêtan li ser bingeh û berjewendiyên Amerîka li Iraq û Sûriyê hatine camdan.

Di encama wan êrîşan de, belênderekî Amerîkî û kesekî sivîl yê Kurd di êrîşa 15 Sibatê de li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de hatin kuştin.

Piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Washingtonê, herdû aliyan ragihandin ku heya dawiya 2021ê, wê hêzên şerker yên Amerîka ji Iraqê vekişin.

Çavkanî-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin