Hunermendê behredarê Efrînî Hoşeng Hebeş

Hunermendê behredarê Efrînî Hoşeng Hebeş

.

A+A-

 Di nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de, mûzîkjenên behredar hene, li nav civaka xwe dibine cihê hêvî û şanaziyê.

Yek ji nimûneyên vî warî, kurê Efrînê, sazvan Hoşeng Hebeş e.

Hoşeng beşdarî di danîna mûzîka hejmarekê ji berhemên dramaya Sûrî de kiriye.

Herwiha beşdarî di gelek festîval, orkêstra û çalakiyên mûzîkjeniyê de kiriye, di nav de jî Orkêstraya Tîma Niştimanî ya Mûzîka Rojhilatî, bi serpereştiya ragirê Peymangeha Bilind a Mûzîkê, maystro Ednan Fethulla.

Li Hola Opêraya Sûrî, beşdarî konserekê bû dengê saza Kurdî veguhest.

Mûzîkjenê ji Efrînê Hoşeng Hebeş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, bi kurtî behsa ezmûna xwe kir got, “Beşdariya min a di konsera bi Operaya Sûrî re gelekî baş bû, kêfa min jê re hat ji ber ku me tiştên muzîka Efrînê û folklora Kurmancî nîşan da bi orkestrayê re û gaveke baş bû di warê muzîkê de û ez dixwazim dengê tembûrê di hemû cihên muzîkê de, di hemû rengên muzîkê de.”

Hoşend Hebeş, ku pisporê bijşkiya neçtergeriya ciwankariyê ye, li Şamê, derçûyê Peymangeha Helebê ya Mûzîkê ye, û di jenîna saz, baxleme, biqiz, ûd û kemanê de, şareza ye.

Li jêr çavdêrî, serperiştî û rahênankirina bavê xwe yê mûzîkjen (Arif Hebeş), ku Hoşeng wî bi yekemîn mamosteyê xwe binav dike, fêrî mûzîkjenî û sazvaniya bizqê bûye.

Berhemek bi sernavê (Bo Dêya min) dahênan kiriye û niha li Şamê, amadekariyê ji albûmekê re jî dike.

Hoşeng Hebeş li gundê Erendê yê ser bi nahiyeya Şiyê, sala 1988an jidayik bûye.

Tevî rewşa zehmet jî, hêj dengê bayê Çiyayê Kurmênc, di mûzîka Hoşeng de, reng vedide.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin