Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hilbijartin û Komedî  

A+A-

Nuri Aldur 

Nabêt ku em hilbijartinên Tirkîyê bi yên Awrûpa re bidne berhev(mûqayese), ji ber ku ewan dû fenomenên jev pir cûdane; mîna șev û roj, tarî û ronayî anjî bi gotinekedinî vekirî û hișkere mîna dojeh û bihișt, despotî û demokratîne.      

Balam di vî awayîde Tirkîyê ji dû drawsên/cîranên xwe; Îran û Sûrîyê hinekî pêșketîtire – ji ber ku li van her dû welatan, ne tenê komedîya Tirkîyê – xem û xeyalên komedîyê jî nînin û ti hêvî jî xwîya nakin ku wê nîvribka komedîya Tirkîyê li van her du welatan çêbibêt. Lê li heman coxrafyaya mentîqê sê drawsên din yên Tirkîyê hene(Ermenîstan,Yewnanîstan û Bulgarîstan) ku li van welatan hilbijartin li gor norm û standardên modern û demokratîkî çêdibin û ewan cihên xwe di nav daxwazîya merovatîya nûdem- û sîstema demokrasîyê de girtine.

 

Ez hêvîdarim ku hun xwendevan ferq dikin ku ez çi dixwazim bibêjim; armancamin eve ku Tirkîyê hê di alîyên entelektûalî, hûmanîzm û demokrasî yê de nêzîkî birayên xwe yî misilman Esed û Xumeynî ye – lê gelekî dûrî wan her sê drawsên xwe yî mesîhîne ku ewan sekulerin. Li van her sê welatan, kî sê welatên ku li Awrûpa(ji alîyên ekonomî ve) yên herî feqîrin – lê parlamentarîzmeke normal heye;  neheqî li milîyet û grûban nayê kirin û di zîndanên van her sê welatan de - ku drawsê Tirkîyêne – HÎÇ KESEKÎ GIRTÎYÊN SÎYASÎ – tuneye. Emê bikarin vê krîtera demokrasîyê mîna îșaretek/ îspatek; ku rewș, felsefe, plan û politîka welatek/dewletek anjî welatan/dewletan qabûl bikin. Ji ber wilo ye jî ku normal merovatîya dinyayê dizanê ku kûjan welat û dewlet bi sîstema demokrasîyê anjî auktorîte/dîktatorî têt birêvebirin.  

Hilbijartinên Tirkîyê mîna komedîyê bûn ji ber ku haq-hûqûq- adalet ne bû: dijber/mûxalefet ne xwedî îmkanên ku hûkûmet xwedîbû.

Nokteke din ku pir balamin kișand(min gelek bernameyên hilbijartinê guhdarîkirin)  ew bû ku hûkûmet û hevalên wê dijberên xwe bi arîkarîya terorîzmê(mesela kurdî) sucdar- û tehdîd dikirin. Min gelek caran dît ku dema sohbet û mûnaqeșe germ dibû/xweș dibû, hevalên hûkûmetê digotine dijberên xwe ku ewan kontaktên xwe li gel terorîstan hene anjî ala tirkan ne hildana anjî li ser șehîdan ha –gotine weha ne gotina ûhw. Ha hingî, di wan demên wilo de,  ew kesên ku di sohbet û mûnaqeșeyan de bûn bêdeng diman: di tirsihan û hew zanîbûn çi bikin- û çi bêjin, kî tiștekî însanîye jî – ji ber ku ewan mîna hedef dihatin nîșandan anjî ji tirsa ku polîs û dadgeh li wan dawan wê vebikin.     

Eger prosesa hilbijartinê li Tirkîyê, bo dinyayê, mîna komedîyê bû  - bo me kurdan gelek rîsk hebûn-  û her niha jî hene, ku bibe TRAJEDÎYEK. Komedî û trajedî dû fenomen- û prosesên dijberên hevin. Lê di mesele kurdî de evan her dû prosesan gelek caran, bi daxawa(malesef), nêzîkî hevbûne û heta û heta di nav hev de jî bûne.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin