Faris Medenî Marsîl

Faris Medenî Marsîl

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Telebetiya min a li Konyayê - Mahmûd Ozatli

A+A-

Min di Hezîrana 1977ê de di îmtihana Unwersiteyê de, Instutiya Perwerde a Diyarbekirê (Egitim Enstitusu) qezenc kir. Instutu ji ber sedemên siyasî girtîbû. Hikmeta MC a Demirel li îktîdarê bû. Li Tirkiyê qereborsa û bihabûn gelek bû û di uniwersiteyan de di navbera xwendekarên şoregêr û faşîstan de herroj şer hebû.

DDKD ber bi dawiya meha 11 a 1977ê de li dijî bihabûnê û ji bo vebûna Instutuya Perwerda ya Diyarbekirê, li nêzê Instituyê, di qada navbera Ofîs û Îstasiyonê de xwepêşandineka mezin li dar xist.

Di destpêka meha 1978ê de Hukimeta Ecewît hat avakirin. Institu vebû, min di meha Adarê de li wê qeyda xwe çêkir. Lê ji ber nexweşiyê tuberkulozê min salek wenda kir. Wê demê Instituya Perwerde 3 sal bû, lê hukimeta Ecewît (1978-79) Instutuya Perwerde kir 4 sal û xwendekarên ku qeyda wan li ser 3 salan bûn li Konyayê û Bûrsayê civandin. Para min Konya ket. Armanc ew bû ku di demek kurt de bi perwerdeyeka bi lez ew xwendekarên ku qeyda wan li ser 3 salan bû, bikin mamoste. Muxalefet û Serokê Partiya Adaletê (AP) Suleyman Demirel di vî warî de rexne li Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê CHPê Bulent Ecewît dikir û digot,”di 6 mehan de kundir nagihîje, dê çawa mamoste bigihîjin.” Lê mixabin min di wan 6 mehan de jî mekteb xelas nekir di pola dawî de hatim girtin û ketim hefsê.

Di Adara 1979ê de ez çûm Konyayê. Min qeyda xwe Instutiya Perwerde a Selcukê kir. Faşîst û islamcî (MTTB) li Instituyê gelek xurt bûn. Ne tenê li Instutiyê li zaningehên din jî rewş weha bû. Konya bajarek gelek enteresant bû; kozmopolit bû. Bajêr pêşketî lê li gor pêşketina bajêr însan zêdetir muhafazakar bûn. îslamîst û faşîst rengê bajêr diteysandin, meriv bi CHP liyan şukir dikir. Taxa ku xaniyê me yî kirêkirî li wê bû, dukandarek hebû ku me li wê pêdiviyên xwe dikirîya, yekî CHPyî bû. Em hinek bibûn dostê hev. Rojek ba min kir, got werê ez tiştek jî te re bibêjim, min bir dawiya dukana xwe, teyba xwe vekir û bêyî ku dengê wê zêde bilind bike kaseteka Mahzûnî Şerif ya stranekî tê de hebû; Amerika katil katil, bi min da guhdarî kirin. Piştî guhdarkirinê, ji min rica kir ku ez ji kesî din re bahs nekim ku belav bibe dê serê wî bikeve belayê û faşîst zanibin ew CHPyî ye û êrîşê dikana wî bikin.

Li Konyayê TOB-DER di destê Kivilcimciyan de bû. Kivilcimci ew grûb bûn ku navê xwe ji serokê grubê Dr. Hikmet Kivilcimci girtibûn û bi navê Vatan Partisi partiyeka wan hebû. Slogana wan ya herî bi navûdeng ev bû ku digotin”Taksitle yaşiyoruz, faizle ödüyoruz’ bû. Em hemû telebeyên çep yên şoreşgêr li ber TOB- DERê diciviyan, otobusên Belediyeyê dihatin em hemû lê siwar dibûn û em dibirin Instutiya Perwerde a Selcûkê. Li wê li ser me yeko-yeko oxleme dikirin û em diketin hundir û li hundir jî di koridaran de û li ber derê her sinifek jendermeyek nobet digirt. Piştî me îcar faşîst û rastgir bi otobusan dihanîn mektebê; di mektebê de jî me carna diavêt hev heta ku jenderme mudaxele me bikira pevçûnên me dewam dikir. Keçikek hevala me hebû miltan bû û rewşa wê ya maddî gelek di cî de bû, bi tebence dihat mektebê û debancayê li mektebê teslîmê min dikir. Altan yeka sosyal bû û di her çalakiyê me de cî girt.

Komeleya Alîkarî û Kulturî ya Cîhanbeyliyan li bajarê Konyayê hatibû vekirin. Hin xortên kurd wek Nurullah Timûr û Mahmûd Ozatli beriya min li Konyayê xwendekarê Uniwersiteya Mîmar û Muhendisiyê bûn; gelek çalak bûne û bi xebata xwe tesîreke erênî kiribûn û gelek kurdên Cihanbeyliyê bi heyranî bahsa wan dikirin. Nurullah piştî unîwersîtê xelas kiribû, terka li wê kiribû. Mahmûd li wê bû, bi yeka Konyayî re zewicî bû, xanima wî Ozden ji malbateka halxweş bû û fedekar bû; Altan xwişka wê bû.

Li gel hevaltiyê ez bûm dostê wan yê malbatî û carna diçûm mala wan û bi taybatî mala xwezûranê wî. Malbatekê têra xwe sosyal, dinyadîtî û destvekirî bûn. Me rojên xweş bi hev re derbas kir.

Mahmûd Ozatli ji Dersimê ji qezaya Mazgirtê bû û endamê Komîtiye Giştî yê DDKDê û berpirsiyarê herêma Konyayê bû. Yekî maqûl, nefispiçûk, zana û dagirtî bû.

Piştî bû mihendîs karê wî yekem li Belediyaya Karaman-Ermenek midûriya fenê bû. Mahmûd di navbeyna salên 1980-83 li Diyarbekirê li Dezgeha Ax û Av (Toprak- Su)de Muhendîsî kir, piştre ji sala 1983 heta 2017 muhendisiya serbest û mutehîdî kir.

Di Odeyên Mîmar û Muhendîsan de xebata li ser xeta Demokratên Şoreşgêr meşand. Kadroyekî hêja bû. Di 2019ê de taqewûd bû û felc derbas kir. Mixabin di 6ê Hezîrana 2023 de di 69 salîya xwe de ji nexweşiyê wefat kir. Bavê lawek bû. Rihê wî şad be. Ji hevjîna wî Ozden xanim û malbata wê re sebir nîyaz dikim.

Komele wek xeta siyasî di paralela DDKDyê de bû. Li diwarê komeleyê rismek hatibû dalqandin ku bala min kişand. Min ji wan yekî pirsî ku ev risim, rismê kî ye, ji min re got, ma tu nas nakî, min got na. Got ev Dr. Şivan e. Ji ber ku mahçûbuya xwe veşêrim, min got ev rismek wî yê din e, ji wê bona min ew nas nekir. Yanî min cara pêşîn rismek Dr. Şivan didît hem jî li Konyayê û ji aliyê kurdên Anadoliyê ku wan li komeleya xwe dalqandibûn.

Em duzneyek DDKDyî û sempatîzanên wê li Konyayê li nêzî Stadyomê xaniyek du ode kirê kiribûn û li wê jiyanek hevbeş dijiyan. Fatih, Mehmet Karagöz, Hasan, Ekrem, Zulkuf, Izzet, Molla Ceran, Kemal, Zeki û Ibrahim

Xanîyê me di qada erdê de bû, odeyek wê mezin yek jî piçûk bû. Odaeya mezin li ber kuçê bû û wexta însan di kuçê de derbas dibûn hundirê odeyê xuyanî dikir. Ji ber wê jî ewleyiya wê tunebû û bi şev di odê de gelek kes ranediketin ode ji me yên Diyarbekiriyan re mabû. Hevalên din di odeya piçûk de di nav hev de radiketin. Xeynî wê xaniyê du-sed sê-sed metre dûr xaniyek me yê din jî hebû ku di qada bodrûmê de bû li wê jî du-sê kes diman. Ew zêdetir ciyê îlegal yê me bû. Me dawiya heftê di odeya mezin de semîner dida nêzî 20-25 kesî bêşdarî semînerê dibûn. Ev semîner carna jî li Komeleyê çêdibûn. Ji hevalê me gelek kes ji dîrok û tekoşîna sedsala 20an a kurd û Kurdistanê bêpar bûn û di derheqê serhildanên kurdan de kêmagahiyên wan hebû. Piranî semîner li ser dîrok û serhildanan bû.

Ji Diyarbekirê du gedê bajêr hebûn û ew jî nû bibûn şoreşger û kurdayetiya wan di demek kurt de pir pêş ket. Yek ji wan navê wî Zulkuf bû ku di dema şerê di navbera faşîst û şoreşgeran de kerba wî bilind dibû û digot, ez dixwazim teybek piçûk bikirim û bikim stuyê xwe û stranên Şivan Perwer deynim ser, wexta ez wan stranan wî guhdarî dikim hin zêdetir îlham tê min ku ez serê faşîstan bişkînim.

Hin endamê Komeleyê di di Institiyê de xwendekar bûn, mêrxas û bêtirs bûn. Ji ber çalakbûna me hevalên Cihanbeyliyê ku li Konyayê diman û hevalên din ku çend kes ji wan ji Konyayê bûn di demek kurt de em li hev germ bûn û alaqeyeka mezin nîşanê me dan. Wexta ez ketim hefsê ji Konyayê yek ji wan hevalan hat Diyarbekirê serdana min, ev ziyarata wî ya bi wate û wefa ez tu carî jibîrve nakim.

8.06.2023

352238258-2505414479616106-318169663749551333-n.jpg

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin