Hikûmeta Skotlandê nameyeke bi Kurdî dişîne Kurdên li wî welatî

Hikûmeta Skotlandê nameyeke bi Kurdî dişîne Kurdên li wî welatî

.

A+A-

Wezîra Yekem a Skotlandê Nicola Sturgeon di nameyekê de bi zimanê Kurdî ji Kurdên li Skotlandê daxwaz dike; dema ku vaksîna dijî Koronayê were pêşkêşkirin, ji bo parastina xwe û malbata xwe, biçin vaksînê werbigrin. author_image Kurdistan24 Hewlêr 

 Wezîra Yekem a Skotlandê Nicola Sturgeon di nameyekê de bi zimanê Kurdî ji Kurdên li Skotlandê daxwaz dike; dema ku vaksîna dijî Koronayê were pêşkêşkirin, ji bo parastina xwe û malbata xwe, biçin vaksînê werbigrin.

Name bi zimanê Kurdî zaravayê Soranî hatiye nivîsandin û tê de Nicola Sturgeon behsa hatina cûreyeke nû ya vîrusa Koronayê tê kirin, ku hêsantir belav dibe û neçar mane ku pêngavên zêdetir ji bo rêgirtina belavbûna wê vîrusê biavêjin.

Wezîra Yekem a Skotlandê ragihandiye; tevî ku pêketiyên Koronayê li welatê wan careke din bilind bûye ji ber hatina zicîreya nû ya Koronayê, lê bikaranîna vaksînê, şêwaza herî baş a xweparastina ji vê vîrusa kujer e.

Şandina vê nameyê bo Kurdên nişteciyên Skotlandê di demekê de ye ku heta niha 168 hezar kes li Skotlandê bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 5 hezar û 500 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
name.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin