Hevpeyvînek li gel Kerem Serhedî

Hevpeyvînek li gel Kerem Serhedî

Şemîya 20 Tîrmeh 2019 de Partîya Azadîya Kurdistanê-Pak semînerekî li ser Tevgera Agirî û Komkujîya Gelîyê Zîlanê li dar xistibû. Ez jî beşdarê wî semînerî bûbûm. Min li wê Kerem Serhedî ku yek ji axivêra bû nasî.

A+A-

Şemîya 20 Tîrmeh 2019 de Partîya Azadîya Kurdistanê-Pak semînerekî li ser Tevgera Agirî û Komkujîya Gelîyê Zîlanê li dar xistibû. Ez jî beşdarê wî semînerî bûbûm. Min li wê Kerem Serhedî ku yek ji axivêra bû nasî. Hem temenê wî û hem jî axaftinên wî bala min kişandin.  Ji bo wî jî min xwest ji nîzîk ve wî binasim û li ser mijarê hinekî zîde tiştan jê bibihîsim. Û min bi mamoste Kerem Serhedî re hevpeyvîna ku hûnê li jêrê bixwînin pêk hanî..

Mamoste hûn zarokê wê herêmî bûne, we nedîtibe jî, we gelek tişta bihîstîye. Hûn di nav wê atmosferêde, wê hewayî daye û standîye. Ew êş. Ew elem. We ew bandora kesên ku komkujîya Gelîyê Zîlanê jîyaye û bi çavên xwe dîtine re, jîyane. Hûn dîroknasin, lêkolînerin. Derbarê dîroka kurd û Kurdistanê de lêkolînan dikin û tiştên ku hûn dibînin bi xelkê re par ve dikin. Mamoste heya niha me behsa komkujîya Gelîyê Zîlanê, Şoreşa Agirî û yên din kir. Di dîroka Kurdistanê de kurd rastî gelek komkujîyan hatine. Li gor we heyanî niha di nav van komkujîyên ku li ser gelê kurd hatîye kirinê de ya herî bi hêz û bi bandor kîjan e?


Belê komkujîyên ku kurd jîyan e, ne îro tenê ye bi sed salan e. Lê, ez dikarim bêjim komkujîya herî giring ya Gelîyê Zîlan e. Bo çi? Di wexta li Gelîyê Zîlanê komkujî kirine şervan serhildê li wê tunebûne. Mêrên wan tev li devre bûne. Derketine derve. Pîr û kal û zarok li wir bûne. Ewana jî li çend cîyan tev topê serhev kirine, li dora wan makîne girêdane û kuştine.Çend heb cîyê wana hene. Sê çiqilê Gelîyê Zîlan hene, çiqila Bekira, ya Hebayîya, ya Hecîdêra, neh deh gund top kirin cîkî, li wê derê kuştine. Ya herî giring ew e. 47 hezar kurd li Gelîyê Zîlanê hatine kuştinê. Belê ya Dêrsimê da jî hatine kuştinê, serhildana Şêx seîd da jî, ya Qoçgirê da jî hatine kuştin. Lê belê, ya herî giring, ya Gelîyê Zîlanê ye. Lewra, jin û zarok,  kal û pîr, jinên hamîle û qîz û bûk hatine kuştinê. Ew di dîroka kurdan da gelekî giring e.


Mamoste ev komkujî, ev êş, ev travma ku di Jenosîda Gelîyê Zîlanê û Şoreşa Agirî de qewimîye li ser xelkê herêmê ji alîyê derûnî, ruhî û netewî ve bandorekî çewa kirîye? 


Belê serhildana Agirîyê dewama serhildana Şêx Seîd e. Di 25an da ya Şêx Said bû, di 26 an de ya Agirî bû. yanî dewamê hevin. Ew şervanên ku ji hereketa Şêx Seîd xilas bûbûn tev çûne tevlî ya Agirîyê bûn. Li Agirî tevlî serhildanê bûn. Ev hersê ya Şêx Seîd ya Agir û Gelîyê Zîlan, ev hersê bi hev ve girêdayî ne. Û li ser kurda bandorekî giring kirine. Ji bo ku sê dewlet; Dewleta Tirk, ya Rûs û ya Îranê şerê Kurda kirin. Dewleta Îranê rêyan birî. Dewleta Rûs alîkarîya Tirkîyê kir. Ji bo wê jî kurd zêdetir hatine kuştinê. Zêdetir hatine perçiqandin ê. 


Mamoste ez ê pirsa xwe dubare bikim ji ber ku ji bo min giring e ez bizanim. Gelo ev bûyerên ku hûn behs dikin li ser rabûn û rûniştin, axaftin, kar û xebat, bi kurtayî û bi giştî li ser jîyana xelkê ya rojane, ruhîyeta kurdayetî, neteweyetîyê çi karêgerî peyda kirîye? Bandorekî, psîkolojîyekî çewa li dû xwe hêştîye?


Belê, ez xelqê wê herêmê me. Ez wexta piçûk bûm jî, wexta me dibistanê de dixwend, me di nava xelkê de behs dikir, ewên ku ji binê cendekan xilas bûbûn, ew ê ku dûrî wê bûn digotin huş, behs nekin. Behsa wê nekin, hê jî tirsekî mezin li ser wan hebû. Malbata min bixwe, apekî min navê wî Mewlûd bû, xelkê Xirindasê bû.  Apê min revî bû, jinka wî û du heb kurikê wî hebûn, navê kurikekî  Sidîq bû, paşê  ji me re gotin. Jinik û herdû kurikên wî kuştibûn. Gundekî li ber Erdîşê heye navê gundî  Pêrtax e. Pêrtax dûrê Gelîyê Zîlan e. Yanî di nava herêma Gelîyê Zîlan de nebû. Lê, ji wana re ne Gelîyê Zîlan mihum bû. Ji wana re Kurd mihum bû.  Cendirme diçine Pêrtaxê. Jinika min jî xelkê wî gundî ye.  Wê rojê di wî gundî de 13 mêr hebûne.ji wan  mêra yek jî bavê jinika min e. Yanî bapîrê jinika min e. 13 ê wî jî Adlîyê Mehê Elo ye. Wan meriva top dikin ji gund derdixin,bandorekî mezin çêbûye..  bê guneh, bê îfade dikûjin. Aniha jî mexberê wan 13 merivan hemû xistine cîkî bê kefen, bê şûştin. Li dora wî hinekî kevir top kirine. Hê jî di cîyê xwe de ne. Ew bandorekî li ser kurda çêkirîye û kurdê wê ji xwe tirsîyane. Aniha ewê ku li wê mezin bûne, ew xwendewanê kurda gelek li ser wana bandorekî netewî çêkirîye.  


Bûyera li Trabzonê qewimî dîtinên we çi ne? Jenosîd berdewam e? 


Belê ji kurda re jenosîd û komkujî her heye. Belê, ya Trabzonê jî, yanî ev ala hanê alekî fermî ye. Ya dewletekî ye. Yanî ala Amerîka were vê derê kes li himber dernayê. Ya îngîltere dernayê. Ya filistîn hê ne dewlete ji bo wî çalakîya dikin. Lê ala Kurdistanê ku ew be li hemberê ala Kurdistanê zêdetir wekî alerjî dibêjin, ya neheskirinekî pir giring heye. Ew ne xêrxwazîya tirka ji kurda re berdewame. Tiştekî nehatîya guhertinê. 1925a 30î 47a çi be îro jî eynî berdewame. Lê ez dixwazim ev binime ziman; van kurdên me yên Başûr rexne dikim. Di nivîsarê xwe de jî min nivîsî, bo çi hûn nayêne behra Wanê, bo çi hûn nayêne çîyayê Sîpanê? Bo çi hûn naçine ser gora Ehmedê Xanî? Bo çi hûn naçine çîyayê Nemrût? Bo çi hûn naçine gola îbrahîm xelîlê babîrê xwe? Hûnê herin behra Reş, behra reş de çi heye? Gere em van bizanibin, pîyê xwe li gor van bavêjin.


Mamoste, qebûlkirina nasnameya kurdî çima ji bo gelê tirk ewqas zehmet e? Ji çi ditirsin?

Belê ev navê kurd û Kurdistanê bîye mînanî tiştekî pir ecêp, pir giran. Cara yekemîn yê ku gotîye Kurdistan  Siltan Sencenî ya Selçûkî ye. 1019, 1020 da li Îranê herêmekî çêkirîye navê wî danîye Kurdistan.  Kurê xwe jî xistîye Emîrê wî.  Cara duhem 1527a de Qanûnî Siltna Silêman ku kurê Yawûz e, ji Franso ya qiralê Firansayê re mektûb şandîye gotîye; ez ku padîşahê Kurdistan û Lazîstanê (benkî Kurdistanin, Lazîstanin padîşahîyîm) me. Yê sisêya Mistefa Kemal, bo çi 1919 de, 1921a de dema ku meclîsa yekem çêbû gote Hes en Xeyrî, ku bi cilê xwe yê fermî, kurdî were. Û wisa jî Hatin. Mektûp ji begê kurda re dişeyîne. Mektûbekî ji Cemîlê Çeto re şandîye û dibêje, Mihterem Cemîlê Çeto Axa, serokê eşîra Pencanîyan hewla me ew ku em Kurdistan nexin hîmaya Êrmenîstanê. Em bihevre têbikoşin. Têm destê we Mistefa Kemal (pencenîyan eşîretî reîsî Xezan bizim mihayemiz Kurdistanî Êrmenînstana îlhak etmemektir. Hep beraber mucadele edelîm. Ellerinden operim M. Kemal).  Belê ev navê Kurd û Kurdistanê ne qedexeye. Di dema Osmanîyan da, vîlayeta Kurdistanê hebû. Kurda di lozanê, heta di Sewrê de, dewlet nexwestin. Bi hezaran di destê min de belge hene. Destê min de wesiqe hene. Şandin gotin em dewletê naxawazin. Em bi birayê xwe tirk re bi hev re bijîn. Lê, Tirka negotin em birayê hevin. Em jî, ji îro şûnde, dibêjin em ne birayê hevin. Em bi hev re bijîn, em ê bibin hevparê hev. Eva erdê meye. Wexta em li ser vî erdî bûn hûn tinebûn.  Hûn hatine. Multecî hûnin. Em ne multecî ne. Em naçin. Hûn herin. Ha, ku em bihevre bijîn emê bibin hevpar.  


Mamoste herçawa ku hûn jî dizanin nifşa nû feqîrê bîra/ hafiza dîrok û çanda xwe ne. Bi ya we, ji bo ku bîra dîrokî û çandî, li hafîza nifşa nû peyda bibe divê tevgerên kurdî çi bikin?


Hereketên me kurdî. Meriv gere pêşî xwe nas ke. Pêşî xwe û çanda xwe naske. Heta çanda xwe pêşde nebe. Dîroka xwe nezane, nagihîje cîkî. Em niha dîroka xwe nizanin. Eva jî kêmasîyeke mezine. Ez diçim li zankoyên Başûr jî konferans didim.  Mixabin em hay ji tiştên xwe tunene. Lê eva ne gunehê me ye. Çunkî em biberdewam me dîrokê bi zimanê xelkê nivîsîye. Ji xwe re. Ya erebî nivîsîye, ya osmanî nivîsîye, ya jî farisî nivîsîye. Wekî, Îbnî Xaldûn kurde. Muesif 13 cild nivîsîye. Ji Adem nivîsîye heta 1032 ya lê, bi zimanê xelkê nivîsîye. Yê Ahmedî Dilawerî, Kurdê Rojhilate. 20 heb pirtûk nivîsîye yek ji wan tenê dibêje Sebil Ekrad temam bi zimanê xelkê nivîsîye.  Lazime ku em jî xweyî li çanda xwe derkevin, Dîroka xwe derkevin. Evê ku paş xwe nizanibe nikare pêşde jî here. Pêşî çand û ziman bizanibe. Em bizanin ku me pêşî heye. Dibê, ”dijminê bava nabe dostê lawa”. 
Gelek sipas mamosteyê hêja..


Kerem Serhatlî kî ye


 Lêkolîner,nivîskar,dîroknas Kerem Serhedî di sala 1946’an de li Erdîşê hatiye dine 
Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Hejmarîyê xwendîye 


Berhemdarî:


Gotinên Pêşîyan (ji deverên Serhed û Behdînan) 2016-Amed
Navdarên Kurdan (lêkolîn) 2018-Amed

RN/Rihan

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum