Hevdîtina Papa Francis û Elî Sîstanî dest pê kir

Hevdîtina Papa Francis û Elî Sîstanî dest pê kir

.

A+A-

Papayê Vatîkanê Papa Francis serdana bajarê Necefê dike û bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re hevdîtinekê pêk tîne. 

 Papayê Vatîkanê Papa Francis serdana bajarê Necefê kir û bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re hevdîtina wan dest pê kir.

Îro şemiyê 6ê Adara 2021ê li Necefê bi çendîn diruşmên aştî û alayên Iraq û Vatîkanê, pêşwazî li Papa Francis hat kirin, piştre civîna Papa û Elî Sîstanî dest pê kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand; îro Papa Francis dê serdana muzexaneya Nasiriye û şûnwarên dîrokî yên Ûrê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin