Nûnerê ENSKê li Hewlêrê: Min ji Herîrî pirsî we çawa Efrîn rizgar kiriye!   

Nûnerê ENSKê li Hewlêrê: Min ji Herîrî pirsî we çawa Efrîn rizgar kiriye!  

.

A+A-

Serokê Nûnertiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ragihand ku wî ji Serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir Herîrî pirsiyê wan çawa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî rizgarkirinê ku di demekê de kes nikare vegerin bo ser malên xwe.

Serokê Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî Diyaloga Kurdî-Kurdî û nerazîbûna Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) a li hemberî gotinên Serokê Iitîlafa Oposizyona Sûriyê Nesir Herîrî axivî.

PYNK têkildarî serdana şandeya Îtîlafa Sûriyê ya bi serokatiya Nesir Herîrî bo Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de li hemberî gotinên Herîrî nerazîbûna xwe nîşan dabû û gotibû Nesir Herîrî dixwaze Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera herdu aliyên serekê yên siyasî li Rojavayê Kurdistanê têk bide, lê bêhelwestiya ENKSê a li hemberî gotina Herîrî “me herêmên Efrînê, Girê Spî û serê Kaniyê ji terorê rizgar kirine” nayê qebûlkirin.

Newaf Reşîd li ser pirsa “Rêveberiya Xweser neraziyê navê terorê li hêzên Rêveberiya Xweser bê kirin û daxuyaniyê ji we dixwaze, tu li ser vê yekê çi dibêjî?” got: “Ti daxwazeke me ji Birêz Herîrî nebûye em bibêjin `ji wan re bibêjin teror an jî ne ne teror. Li ew di wê baweriyê de ne wan ew herêm rizgar kirine. Weke tê zanîn min di wê hevdîtinê de derbarê deverên derbasbûnê de min ji wî pirsî ev tişt çawa dibe rizgarkirin, xelk nikarin vegerin bo ser mal û milkên xwe. Wî jî got `rast e, gelek binpêkirin û tiştên xirab hene lê em soz didin û amade ne di rojên pêş de ji bo çareserkirina her pinpêkirinê.` Wî ev soz da. Herwiha li ber çapemeniyê daxwaz ji me kir ku şandên me ligel wan biçe ew herêmên ku tê gotin binpêkirin lê dibin. Baştir e em jî herin wan herêmên guhdariya gelê xwe bikin.”

Reşîd diyar kir ku wî nebihîstiye û ne dîtiyê Herîrî di serdana xwe ya Hewlêrê de ji bo hêzên Rêveberiya Xweser peyva “terorê” bikar aniye û got: “Bila PYNK bikare sînorekî ji birêz Aldar Xelîk re dane ku ew bes ENKS tawanbar dike û Pêşmergeyên Roj weke çete binav dike, wê demê sed Herîrî bên nikarin li ber Diyaloga Kurdî-Kurdî bibin asteng. Serokê şanda PYNKê bi kiryarên xwe Diyaloga Kurdî-Kurdî rawestandiye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin