Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!

A+A-

 

Nivîsandina her berhemeke bi zimanê tirkî ji teref rewşenbîr û nivîskarên kurdan ve bê nivîsandin ew her dibe xizmeteke ji bona wî zimanî.

Lê hêjî nivîskar, rewşenbîr û sîyasetmedarên me ev yeka fêm nekiribin, wê gavê divê mirov ji wan bipirse; gelo hûn ji bona kê dixwazin xizmetê bikin?

Kî/ê bixwaze ji kîjan zimanê re, ji kîjan miletê re xizmetê bikin, bi zimanê wan vê yekê dikin. Ew ked û xizmeta wan ya bi salan ji bona ku ew ne bi zimanê wan e, dibe ya wî zimanê ku ew pê dinivîsînin.

Çima vê dibêjim:

Heger ew berhemên bi zimanê tirkî ji alîyê kurdan ve têne nivîsandinê, dema bi zimanê biyanîyan bêne wergerandin, li wir tê nivîsandin; ”Me ev ji tirkî, erebî ya jî ji farisî wergerandîye filan zimanê.

Malwêranî û xerabîya mezin ku wan kesên bi zimanê xwe nanivîsînin ev e. Ew kar û xebatên wan, ew kedên wan ê bi salan dibe malê dagirkerên wan. Çima?

Dema kesên biyanî berhemekê dixwînin lê dinêrin ku bê ew, ji kîjan zimanê wergerandine zimanê wan, loma ew jî li gor zimanê wê berhemê fêr dibe an weha dizane ku ew berhem ya wî zimanî ye. Ango ya tirkan, ereban an farisan e.

Lê em niha bûna şahidê wê yekê ku êdî kurdî di warê nivîsandin û bi karanînê ne kêmî tu zimanan e. Ev zimanê ku li dinya di nava zimanên mezin di rêza niha de ye.

Lê mixabin hê jî hin hene dibêjin; ”Ez nikarim xwe bi kurdî îfade bikim”. Loma berhem, gotar, nivîs û axaftinên xwe bi zimanê dagirkeran dikin, dinivîsînin.

Bi nivîsandina wan berhemên bi zimanê biyanîyan jî reklama xwe dike, kêfxweşîya xwe li gel nas û dostên xwe belav bike. Civîn û çalakîyan jî li ser wê berhema bi tirkî dikin…

Mixabin kesên weha tênagihêjin an têdigihêjin lê bi zanetî weha dikin. Bi vê kirina xwe jî ango bi nivîsandin ya jî bi karanîna zimanê dagirkeran ew zimanê xwe dikuje û yên dagirkerên xwe xurt dike.

Dagirkerên me, me dikujin, welatê me wêran dikin, serok û rêberên me digirin û davêjin zîndanan. Zimanê me li me qedexe dikin. Me weke koleyên xwe dibînin. Lê hê jî hin kurd vê fêm nakin û daxwaza bratîyê li dagirkerên xwe dike Ha ha bi zimanê wan berhemên xwe diafirînin.

Yên vê jî dikin ew kesên bi helwesteke dê wê kurdistanê azad bike û ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe karên sîyasî dikin ne.

Çi dema rêber. Siyasetmedar û rewşenbîrên xelkekî yên welatekî bi zimanê dagirkerên xwe karê xwe bikin, berhemên xwe bi wî zimanê binivîsînin, bi wî zimanî sîyasete bikin gelo wana wê bikaribin çiqasî ji gelê xwe re, ji zimanê xwe re xizmetê bikin?

Li gor min yên zimanê kurdî dikujin û naxwazin ew bi pêşve here sîyasetmedar û rewşenbîrên ku bi zimanê xwe nanivîsînin. Dîsa li gor min ew kesana dijminê zimanê xwe ne. Lê em baş diznanin ku ziman hebûn e.

Çi dema zimanê te çû, tu jî dihare. Mînakên vê gelek in. Gelek ji împaratorîyên mezin ku zimanê wan neman ew bi xwe jî îro tune ne. Vê jî herkes ango bi taybetî sîyasetmedar û rewşenbîr baş dizanin. Li gor vê zanînê jî hê nikarin dev ji zimanê dagirkerên xwe berdin.

Heger zimanê dagirkeran bi sîyasetmedar û rewşenbîrên gelê kurd ve şêrin be. Ew sîyasetmedarana dê nikaribin tekoşîna azadîya gelê xwe jî bi tirkî li hember tirkan bidin. Mesela me li bakurê kurdistanê ev e. Loma heta niha tu partîyên ji xwe re dibêjin; ez kurd û kurdistanî me bi serneketine û heta rewşa wan ev be dê bi ser jî nekevin.

Serketin ji xwe bawerî yê pêk tê. Serketin bi karanîna zimanê xwe ye. Serketin xwe ji dagirkerên xwe bi dûrxistin e. Serketina tekoşîna bi zimanê xwe ya li hember dagirkeran e. Wê roj bê ev ziman dê qezenc bike û bi serkev e.

Hezar caran mixabin îro ev li bakurê kurdistanê tu ne ye. Kesên zimanê xwe ji bîr kiribin, êdî dibin weke tirkekî. Ev rastîyeke û înkara wê zehmet e. Mînak li ber çavan e.

Kesên wek tirkekî tevbigerin wê nikaribin tekoşîna azadîya gelê xwe bidin. Ji ber ku axaftin û nivîsandina wî ya bi tirkî wî/ê nêzîkî tirkan dike ku êdî wijdanê wî/ê dest nade li hember xwedîyê wî zimanê ew bi kar tîne tekoşîna azadîya gelê xwe bide.

Heger ne weha ba wê 40 milyon kurdên bakur heta niha xwe azad kiriba. Yên vî miletî azad nakin jî sîyasetmedarên zimanê xwe bi kar naynin e û berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin e…

Karê me zor, barê me giran, bêhelwestîyên me zehmet e.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar