Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Gotinên Pêşîyan ên Kurdî (55)

A+A-

B: 1313 heb (201+158+170)

Bergîr dixwest rêveçûna kihêlê bike; ya xwe jî, ji bîr kir. 

Bernede, wê bibe diz; pir nebêje, wê bibe arsiz. 

Bera ciwa(cok, cow, co) min bi av be, ji ku tê bera bê.

Bera berîka (cêb) te hebe, xwedî hene. 

Bera dilan, ber e!

Bera kurê min hebe û di gotina min da be.

Bera kûçik bixwin, bera zalim nexwin. 

Bera li nav miletê xwe parsek bim; ne li nav miletê bîyan mîrek bim.

Bera rûmet bi cî be, bera parî nîvcî be.

Bera rûyê mero biêşe, çêtir e zikê mero biêşe. 

Bera rûyê meriv biêşê; bera dilê meriv neêşê.

Bera xesirî be û ne hetikî be.

Bera zirav û dirêj be, ne qalin û kurt be.

Beran bi dûyê xwe naêşe. 

Beranê bisko be, bila di nav pezê bavo da be. 

Beranê zivistanê, mîna ava pizdanê.  

Beraz e û kutikê berazî ye.                 

Beraz ku xwe dişon; dîsa vedigerin nav çamûrê. 

Berazî û bagazî, li vê navê bûne xal û xwarzî. 

Berberî û nanê genim, li cem hev nabe. 

Berdana jinê, edeta dinê. 

Berdêla serê mirov, bi pereyan nayê dayîn. 

Bereket, bi bereketê ra ye. 

Bereketa dew, di destê dîya min da ye. 

Bereketa rojê, di sibehê da ye.

Ber çû, çi ecêb ser neçû. 

Ber, xemla darê ye. 

Berê av, paşê avayî. 

Berê bavan li lawan e; berê lawan , li çîyan e. 

Berê bibe dîk, hîna bang bide.

Berê biedilîne, paşê bixemilîne.

Berê bifikire, çêtir e. 

Berê bişêwire, paşê (pişt re) bikire. 

Berê bipêj, paşê birêj.

Berê bixwe, paşê bişikirîne. 

Berê dara kevnar, gelek şîrîn dibin.

Berê darê, darê dixemlîne. 

Berê derzîyê dixwe da bike; paşê jî şûjinê di hevalê xwe da bike.

Berê dest desta dişo, paşê vedigerin herdu çavan dişon.

Berê dibêjin, şêrejin; paşê dibêjin, şêremêr. 

Berê di paxila xwe da bigere. 

Berê feqîran her li gozekê ye.  

Berê me rezî hebû, îja terezê(pirtên gir ên befê) jî lêxist.

Berê rez kêm bû; teyrokê lêxist, kambax kir.  

Berê giran, di cîyê xwe da giran e.

Berê giran, di cîyê xwe da; gava leqîya, ne bi du peran e.

Berê giran, li vîyê xwe baş e. 

Berê, karê ala xwe; paşê karê mala xwe. 

Berê guhdarî ke, paşê xeberde. 

Berê gul bû, baranê lêkir şil bû.

Berê havînê, bavêje kulîn e.

Berê giran li cîyê xwe giran e; gava qeliqî (qelişî), ne bi du peran e.

Berê ketî, li qadê namîne. 

Berê malê xiştexişt, dawîya malê qirêj hişt. 

Berê merezî bû, îja teresê jî lêxist.

Berê qal, paşê mal.

Berê, qeweta dijminê xwe bihesibîn; paşê, pê ra şer bike. 

Berê rabûyî, nakeve cihê xwe.

Berê rezê me ne tu rez bû, îja terezê jî lêxist.

Berê şekir û şîr bû; paşê bû şûr û tîr. 

Berê xeber de, paşê bikene.

Berê xeber bibêje, paşê birêje.

Berê xwe bide oxirê, pişta xwe bide felekê. 

Berê xwe bidin merdan, nebînin derdan. 

Berê xwe nede rengê titûnê. 

Berên biçûk jî serîyan dişikênin. 

Berf, bereket e, baran rehmet e; nizanim zîpik çi kiramet e. 

Berf bi fila xwe (daxwaza xwe) nahele.

Berf dibare ku dest û ling bicemidin. 

Berf di kortan da, pere di girtîyan da dimînin. 

Berf hatîye ku ling bicemide.

Berf diçe, erd dimîne.

Berf dihele, çîya dimîne.

Berf spî ye, kûçik (se) li ser rîye.

Berf jî spî ye, kûçik bi ser da mîz dike.

Berf jî spî ye lê kûçik bi ser da dirîn. 

Berf jî spî ye, lê tam lê tune ye.

Berf li çîyê dikeve, lingê mirov dicemide. 

Berf helîya, ling weşîya (kêfxweş bû).

Berf, hevîrtirşê erdê ye.  

Berf li çîyan dibare. 

Berf û baran hat, rê winda kir.  

Berfa ber bi êvarê, qirê tîne li debarê. 

Berfa ber derê xwe rêş dike; dike ber derê min.

Berfa ku derî girt, li zengînîyê, feqîrîyê napirse.

Berfa hûr, dawî dûr. 

Berfa hûr, xwe avêt ranê stûr.   

Berfê bibin pêşîya tîyan, mehîrê bibin pêşîya birçîyan.

Berfê bixwe, ji tîna bimir; danûyan bixwe, ji nêza bimir.

Berga şuxula bigire hê ne qewimîye; wexta qewimî, hedî çi feyde. 

Bergîr, bi kayê qayîl nabe; ceh bi dest naxe. 

Bergîr pevdiçin; ker li ortê pehînan dixwin.                                                                                        

Bergîreke bixêr, ji kihêleke bêxêr çêtir e. 

Bergîrê birêveçûna kihêlê bike; ya xwe ji bîr dike.

Berjêr tûkî, rih e; berjor tûkî, simbêl e.

Bersiva kerîtîyê bi kerîtî nayê dayîn.

Bertîl, ber derê canemê jî pere dike.

Bertîl bera (keviran) nerim dike. 

Bertîl, keviran nerm dike; devê rovîyan germ dike. 

Bertîl, zinaran dihelîne.

Bertîlan bide û here bihuştê. 

Berî baranê, ba ye; berî mirinê, ta ye.  

Berî bigihîje delavê, qûna xwe tazî dike.  

Berî ku dike tiştek bê serê mirov; çavê mirov, kor dibin.

Berî ku mirov fêrî bazdanê bibe, divê mirov bimeşe. 

Berî ku şîr bibe dew; divê bi mast be.

Berî sicûrê, xwe davêje tendûrê.

Beroşa biçûk, zû dikele.

Beroşa hêdî bikele, binê wê nakizire. 

Berû bi qalikê xwe dikenî.

Berû da bizinê, dest avêt qaçikê (boç- dûv).

Berû ji darê ketîye û dar nenasîye.

Berû ji kovikê der e. 

Berû, pala xwe didine hev. 

Berû wê ji ber qelpuçka xwe derê. 

Berya şerê sibê here, berya xêra êvarê were.  

Berx dikale, dere ber makê  Berx heta hetayî, bin selikê nabe. 

Berx, heta bi hetayê, di bin selikê da nabe.

Berx li berên diçe. 

Berx li berên tê. 

Berxa mirî, ji gur natirse. 

Berxa Xwedê xwedî bike, gur naxwe.

Berxa ber mîyê, weke beranê bêrîyê. 

Berxê bêdê, nakale. 

Berxa bêdê, têr nabe.

Berxa ber mîyê, wek beranê ber bêrîyê.

Berxa mijok, nabe beran. 

Berxa sêwî, nabe beran. 

Berxê berdê, wê here ber maka xwe. 

Berxê çê, li ber malê melûm dibe.

Berxê çê di kozê da kifş dibe.

Berxê çê di kozek da çê ye.      

Berxê li ber heft makan, ji nêza mirî ye.  

Berxê xelkê di koza mirov da nabe beran. 

Berxê xelkê ji mirov ra nabin beran. 

Bextê dê, cihezê qîzê. 

Bextê dê, ji dotê ra. 

Bextê dê li dotê, mîrata bavê ji lawî ra ye. 

Berxê dumahîkê, dikeve ber makê. 

Berxê îro, beranê sibê ye. 

Berxê jîr, du maka dimije.

Berxê nêr, her bo kêrê ye.

Berxê nêr, jibo kêr. 

Berxê nêr ji kêrê ra ye.(A. Jaba, di kitêbêk da cî daye wê; Napolyon jî bo eskerên xwe gotîye)

Berxê ku Xwedê parast, gur nikare bikuje.

Berxê paşîyê, dimîne ji makê ra. 

Berxê sêwî, nabe beran.

Berxê xelkê, ji mirov ra nabe beran. 

Bersik (berxik) teslîmê gur kirine.

Besçamok bi şev digerin. 

Beq çav li çêlekê kir, zikê wê teqîya. 

Beq nikare cot bajo.

Beq nequre, wê bidire.(biteqe)

Beqê çav da çêlekê, zikê wê teqîya.

Beqê çav li çêlekê kir; çavên wê teqîyan.    

Bet, çi qas mezin dibe, hew qas cî lê teng dibe. 

Betalî, çêdike xirabmalî. 

Betalî, xirabmalî.

Önceki ve Sonraki Yazılar