Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Di pêvajoyên guherîn û veguherîna civakî de rol û bandora ciwanan

A+A-

 Cano Amedî

Ciwan di pêvajoyên guhertin û veguherîna civakî de xwedî rolên gelek girîng û cihêreng in. Bi enerjîya xwe, îdealîzma xwe, vekirîbûna xwe ya li hemberî ramanên nû û jêhatîbûna xwe ya di bikaranîna teknolojiyê de, ciwan di pêşveçûna civakê û berbi pêşerojek baştir ve gav avêtinê de, erkê pêşengîyê pêk tînin. Rol û bandorên sereke yên ciwanan, di van pêvajoyan de em karin wuha îfade bikin:

Di warê nûjenî û ramanên nû de ciwan ji derketina qalibên ramanên kevneşopî, ji yên berîya xwe de çalaktir in. Di warê aksîyon û hilberîna ramanên nû yên afirîner de bêtir wêrek in. Dikarin bingeha têkoşîna serwerîya xwe,  pêşengîya armancên xwe, li gorî demê amade bikin.

Di warê teknolojîyê de, kêmasî û zehmetîyên nifşên berê zêdetir in, ev jî dikare di warê teknolojî û ragehandinên ciwanan yên li ser platformên dîjîtal, di danûstandin û diyaloga di navbera nifşan de sînoran ava bike. Ev jî weke qeyrana teknolojîyê dikare nifşan li ser platformên cuda ji hev dûr bixe. Lê gava nifş li ser bernameyek civakî bi sîyaseta netewî re mijûl bibin ev pirsgirêk û dîwarên hene bi kedek hevpar ji holê radibe.

Cîwan bi şopandin û karanîna teknolojiyê, dikarin li ser portalên dîjîtal yên cîhanê, bi bikaranîna pêşxistina şêweyên nû yên ragehandin û rêxistinbûnê, dikarin pêşengiyê ji tevgerên civakî re bikin. Dikarin di gelek qadên wekî huner, zanist, teknolojî û karsaziyê de, bi projeyên nûjen û nêzîkatiyên nû derkevin pêş û îlhamê bidin guhertina civakî.

Ciwan li hemberî pirsgirêkên civakî yên heyî û li dijî newekhevîyan bêtir hestiyar in û bi nêrîneke rexneyî pirsgirêkan şîrove dikin, dipirsin û pê alaqadar dibin. Bi rêya medyaya civakî û kanalên din ên ragehandinê, bi rêxistinkirina kampanyayên hişyarîyê xebatên xwe bi rêve dibin û bala raya giştî dikişînin ser mijarên girîng. Bi hişmendîya rexnegerîyek çêker, dikarin rolekî avaker bilîzin. Bi rêya ramanên rexneyî, dikarin mijarên wekî neheqî, cudakarî û bêdadî de, dengê xwe bilind bikin û bi hestyarîya civakî, dikarin bi bertek û beşdarîya pratîkî qada xwe firehtir bikin.

Ciwan bi rola xwe ya aktîf di gelek rêxistinên civaka sivîl û tevgerên dilxwaz de, dikarin beşdarî lêgerîna çareserîyên pirsgirêkên civakî bibin û pêşengîyê bikin. Bi çalakîyên wekî protesto, kampanyayên îmzeyan û meşên hişyarîyê, dikarin zextê li ser raya giştî û rayedarên siyasî bikin û daxwaza guhertinên bingehîn bikin. Em dizanin ku ciwan di warê çalakîyên civakî û rêxistinbûyînê de aktorên esasî ne!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin