Rêveberiya Xweser: Em hêvî dikin hemû Sûriyeyî di avakirina Sûriyeya nenavendî de bibin şirîk

Rêveberiya Xweser: Em hêvî dikin hemû Sûriyeyî di avakirina Sûriyeya nenavendî de bibin şirîk

.

A+A-

 Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê got, “Sûriyeyî ev gelek serdem in ji ber pergala navendî û aloziyan êş û zehmetî kişand lê em hêvî dikin ku di avakirina Sûriyeya nû, Sûriyeya nenavendî de bibin şirîkên çalak.”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ango bi navê xwe yê fermî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakurrojhilatê Sûriyeyê têkildarî hevdîtinên dawî ên di navbera rêveberiyê û hikumeta veguhêz daxuyaniyek weşand. 

Amerîka û Fransa beşdar bûn

Rêveberiya Xweser diyar kir ku di hevdîtinan de, nûnerên hikumetên Amerîka û Fransayê amade bûbûn.

Rêveberiyê, hevdîtin wekî gaveke gelekî girîng ji bo destpêkirina diyaloga pênase kir.

Rêveberiyê spasiya Amerîka û Fransayê kir ku ji bo aramî, aştî û demokrasiyê li Sûriyeyê gelekî hewl didin.

“Pirrengiya li Sûriyeyê ne li dijî yekitiya wê ye”

Rêveberiya Xweser got,  “Dem hatiye em zimanê li dijî tevna Sûriyeyî, zimanê ku parçebûna siyasî û civakî kûrtir dike, derbas bikin.

Pirrengiya li Sûriyeyê ne li dijî yekitiya wê ye, lê belê çavkaniya hêzê ye ku divê em biparêzin. Hevkarî ango şeraket bingeha avakirina dewletê ye.”

Rêveberiyê tekez kir ku yekitiya Sûriyeyê ne mijara bazaran e, lê di nêrîna wê û hemû hêzên siyasî yên tev li projeya wê ya demokratîk bûne de stûneke bingehîn e û kirina bazaran li ser vê rêgezê derfetên çareseriya siyasî asteng dike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergala demokratîk a pirreng, edaleta civakî, wekheviya zayendî, destûrek ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike, daxwazên ne nû ne lê belê cewhera sedemên ku ji ber wê Sûriyeyî sala 2011an serî hildaye.

“Sûriyeyiyan ev ji ber pergala navendî û aloziyan êş û zehmetî kişandin”

Rêveberiyê di hama demê de da zanîn ku redkirina van daxwazan û wesifandina wan bi cudaxwaziyê, rastiya dîroka têkoşîna Sûriyeyî ya li hemberî zordestiyê berovajî dike û got:

“Sûriyeyî ev gelek serdem in ji ber pergala navendî û aloziyan êş û zehmetî kişand, lê em hêvî dikin ku di avakirina Sûriyeya nû, Sûriyeya nenavendî de bibin şirîkên çalak.

Em dev ji armancên şoreşa 15ê Adarê û 19ê Tîrmehê bernadin. Li ser vê esasê em dibêjin ku em amade ne li ser bingeheke demokratîk tev li saziyên dewletê û sazkirina destûra nû ya Sûriyeyê bibin ku hêviyên Sûriyeyiyan rave dike.”

Rêveberiyê Xweser bangî tevahî aliyan kir ku xwedî berpirsyariyeke nîştimanî bin, dest ji xîtabê nefretê û tundiyê berdin, li hemberî hewldanên derxistina aloziyên hundirîn bisekinin.

Wê her wiha bangî hêzên siyasî yên nîştimanî kir ku di vê pêvajoya hesas de hevgirtî bin, diyaloga Sûriyeyê ji hewldanên têkbirina wê biparêzin, hêviyên gelê Sûriyeyê di dewleteke sivîl, demokratîk û adil de bi dest bixin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin