Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Helwestek rast, lê bi pêşkêşkirinek şaş.

A+A-

"Divê li goristana partiyên siyasî yên nuh zêde nebin

13 Mayıs 2020"

 

Ev sernivîsa daxuyaniya ezê îro behsa wê bikim.

 

Ji bo rayagiştî diyar e ku 4 partîyên siyasî ji ber di navê wan de gotina Kurdistan heye tên mahkemekirin. Diyar e mahkeme hatiye li celsa dawîn maye. Serokên partîyan parastina dawîn a partîyên xwe bi niviskî dane. Li gor tê gotin Mahkemeya Qanûna Esasî berîya biryara xwe bide, ji bo parastina bi devkî dikare bangî serokê partîyan bike û herweha bêyî bangî wan bike jî dikare biryara xwe bide.

 

Em li van deran rastî tu merivên Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê, qewlê Kurdên me yên bin xetê, em rastî cemeeta M. Emîn Kardeş nehatin, her weha me tu merivên Partîya Komunîst a Kurdistanê jî nedîtin. Em van nûçe û agahdarîyên ji der û dora PAK û PSKê dibihîzin. Mala wan camêra ava dema qala girtina partîya xwe dikin, qala TKDP û KKP jî dikin.

 

Di esasê xwe de armanca dewletê ne girtina partîya ye, hêz û quderata van partîyan dewletê natirsîne. Dewlet ji navê Kurdistanê ditirse. Di esasê xwe de tiştê tê qedexekirin navê welatê me ye. Navê welatê me navê bajar û gundê me ye, navê mîratê kal û bavên me ye.

 

Dîsa li gor agahdarîyên ku me bihîstiye PAKê parastina xwe bi Kurdî jî kiriye û ji Mahkemeya Qanûna Esasî re şandiye. Ev jî di dîroka Kurdistanê û di dirôka Dewleta Tirkîyeyê de nimûna yekem e ku partîyeke Kurdistanî parastina partîya xwe li Mahkemeya Qanûna Esasî bi zimanî ku Qanûna Esasî tune dihesibîne, bi Kurdî kiriye. Ev jî ji bo me kurda ciyê serbilindîyê ye.

 

Hevalên PAKê beyana PAK û PSKê gihandin min ku ez îmze bikim, piştgiriya wan bikim û Mahkema Qanûna Esasî protesto bikim. Min jî bê dudilî îmze kir û piştgirîya xwe da nîşandan. Min dil û wijdanê xwe rehet kir.

 

Piştî çend rojan beyana me di çapemenîyê de belav bû. Dema min beyan dît ez di şûna xwe de sar û lal mam. Ez gelek acis bûm, min acisiya xwe yekser di hesabê xwe yê facebokê de parve kir.

 

Kesên li ser navê her du partîyan ji bo rayagiştî û çapemenîye amadekirine xeletîyeke mezin kirine ku ez ji dil sar kirim, ez bê qudûm kirim. Beyan ji xwe min xwendibû, bala min yekser çû ser navan… Navên îmzkaran ji hev veqetandine, hin navên di lîsteyê de ne  li jor di pêşnivîsê de de jî dubare hatibûn nivîsandin. Yanî evê jor wek ku yê sinifa bilind e derxistibûn pêş.

 

Ji wan partiyan dipirsim?

 

400 kesan helwesteka baş danîne û bi îmzeyên xwe li dij vê neheqiyê derdikevin an derketine. Lê partî û rêxistinên me cûdahiyê dixe nava kesan. Yên îmze kirine divê navê hemiyan di lîstê de ba û bes bû. Çima navên hinan bi taybetî li jora daxuyaniyê hatine nivîsîn???

 

Ma gelo çi kêmaniya me ji wan canik û camêrana heye. Dema partî weha dubendiyê bixe nava însanan, gelo ew partî wê çawa bi serkeve. An ji bona careke din bo bûyereke din em ê çawa îmze bikin?

 

Ez vê helwesta naxwazim bikim stuyê hemû kadirên her du partîyan. Lê kesên vê lîsteyê ji bo çapemenîyê amadekirine ne dûr û kûr nefikîrîne, xwestine dilên hinekan xweş bikin li ser kîsê hinekên din.

 

Yanî kesên navên wan li jor û bi taybetî hatiye nivîsên ji yên ku navê wan hemiyan di lîstê de hatiye nivîsên baştir û bi rûmetir in. Ya jî ez weha fêm dikim.

 

Ji bona kurdistaneke azad û serbixwe pêk bê, me herkesan li gor taqad û hêze xwe kar dikir. Lê bêtirîn wê taqad û hêza me jî ji kesên ku kar nedikirin re an ji rêvebirên cangiran û li karên xwe ne baldar re diçû. Diyar e, rewş îro jî zêde nehatîye guhertin...

 

Erkê partiyan divê ew be ku herkesan li gor hêza wan, karê wan, zîrekiya wan, kar bidin ber wan. Herkesan li gor erkê wan bi qîmet û rûmet bikin.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar