Hejmara 57an a Le Monde diplomatique kurdî derket!

Hejmara 57an a Le Monde diplomatique kurdî derket!

.

A+A-

Hejmara çirîya paşîn a Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket. Rojnameya mehane ku bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya 57an ji xwendevanên kurdî re careke din got merheba.

Xwendevanên rojnameyê, di vê hejmarê de, dê bikaribin gotar û analîzên wekî; li ser nakokî û şerê Nogorno-Qarabaxê, serhildana jinan a li Koreya Başûr, bîoewlekarî, şewba koronayê û hwd. bixwînin

Lmd-kurdî, di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye gotarên gelek girîng û balkêş ên van akademîsyen û nivîskarên kurdan; Çetîn Çeko 'Gelo Rûsyayê li miqabilî stendina S-400an Afrîn da Tirkîyeyê?', Haydar Diljen 'Modela perwerdeya zimanê zikmakî ya Swêdê û kurdî' û Behrooz Shojai 'Ezmûna hermenewtîk ji ergatîvîteya kurdî'. Herweha, hevpeyivîna ku Jînda Zekioğlu bi arkeolog Cemal Özçelik re di derheqê Perestgeha Girê Mirazan (Göbekli Tepe) de çêkirîye jî balkêş e.

LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi tabloyên wênesazê kurd Gara Rasûl xemilandîye. Hunermendê vê hejmarê ji başûrê Kurdistanê ye û niha xebatên xwe yên hunermendîyê li Almanyayê didomîne.

Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

Web: www.diplo-kurdi.com

Facebook: Le Monde diplomatique kurd

Twitter: @Diplo_Kurdi

Instagram: diplo_kurdi

E-Mail: [email protected]

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.

Birêveberîya LMd-kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin