Hejmara 157an a Nûbiharê çap bûye

Hejmara 157an a Nûbiharê çap bûye

.

A+A-

Di vê hejmarê de Rohat Alakom û M. Zahîr Ertekînî li ser berhemên kurdan yeni kenda nivîsîne. Ertekînî behsa dîwanên kurdî yên wenda kiriye. Rohat Alakomî jî li ser pirtûkeke Mela Mehmûd Bazîdî nivîsiye.

 

Hejmara 157an a kovara Nûbiharê derketiye. Di vê hejmarê de Rohat Alakom û M. Zahir Ertekin li ser berhemên kurdan ên wenda nivîsîne. M. Zahir Ertekinî li ser dîwanên Kurdî yên wenda nivîsiye.

Rohat Alakomî jî li ser berhemeke wenda, Dîroka Nûjen ya Kurdistanê ya Mela Mehmûd Bazîdî lêkolîn kiriye. Ev kitêba wenda weke dewama Şerefnameyê hatiye nivîsandin.

Li çend zanîngehan li ser helbestên Rojen Barnasî tez hatine amadekirin. Rojen Barnas di wan tezan de hinek kêmasî û şaşî dîtine û di vê jimarê de li ser wan şaşî û kêmasiyan nivîsandiye.

Beşek ji nivîsên din ên di vê hejmarê de wiha ne: 

Îbrahîm Seydo Aydoganî, li ser “Di Wêjeya Kurdî de Nûkirina Ceşnên Wêjeyî” nivîsandiye û hin taybetmendiyên sereke nîşan dane.

Murad Celaliyî li ser Zûgotinokên Kurdî û di Perwerdeyê de Fonksiyona wan nivîsiye.

Mela Mihemedê Kêrsî behsa geşteke Zozanê Qulingo kiriye.

Salihê Kevirbiriyî li ser Kinyaz Îbrahîmî ku demek berê wefat kiribû nivîsek nivîsiye.

Rahmetullah Karakayayî behsa nivîskar Osman Necmi Gurmenî kiriye ku ev kes ji mala Heciyên Sêwregê (Bucak) ye. Kalê wî di dewra Ebdulhemîd de li Stenbolê mecbûrî îkametê bûye.

Hevpeyvîna vê jimarê Nîhat Gultekînî bi Ahmedê Hepoyî re kiriye.

Nasir Kemaloglûyî li ser mijara “Di Kurmancî de ketina dengan û kîteyan” sekiniye.

Çîrokên Sabri Akbel, Adem Yaşar, Yûnis Amedî, Hanifi Taşkın û Reşad Kemalî û helbestên Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Rojen Barnas, Friedrich Hölderlin, Ali Bayram, Kenan Zelan, Sidîq Gorîcan, Bamed Serdar, Kevok Mizgîn, Ahmed Arif, Hekîm Meretoyar, Mihemed Elî Bayram, Huseyn Zana, Zana Zengenî, Şahin Eroğlu, Mazlum Bedri Kırbuğa, Nuri Yalçın, M. Salih Turgut û Cahit Kulebiyî jî di nava rûpelên vê hejmarê de ne. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin