
Vê carê me digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK li ser rêketina 60 rojî ya di navbera Amerîka û Rejîma Îranê de hevpeyvîn encam daye
.
Hevpeyvîn: Mîrza Akar
Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzade
1- Komara Îslamî ya Îranê di lawaztirîn rewşa xwe de digel Amerîkayê danûstandinê dike, an jî hewl dide ku krîzek mezin veguherîne bi derfetekê ji bo nûjenkirina paşmayiyên rejîmê?
Dema ku meriv behsa şerê Amerîka, Îsraîl beramber Îranê dike, divê, meriv bi çend rêzan behsa dewleta Îranê bike. Dewleta Îranê xwedî dîrokekî dûr û dirêj e. Vê erdnîgariyê gelek împaratorî li xwe girtine. Beramber êrîşên împaratorîyên din hertim xwe parastîye. Ew ne dewleteke wek Iraq û Sûriyê ye ku piştî peymana Lozanê hatibe çêkirin. Peywendîyên wê yên navneteweyî yên dîrokî û demdirêj hene. Tecrubeyên wê yên îdarekirin û birêvebirina dewletê yên dirêj hene. Piştî desthilata Ayetulah Xumeynî, Îran kete qonaxeke îdare û birêvebirineke nû. Bû dewleteke îdeolojîk ya mezheba Şîa. Di van 48 salan de hem di nav xwe û hem jî di siyaseta xwe ya derve de, ji bo xwe siyaseteke nû destpêkir. Xîmên vêya jî qonax bi qonax danî û bihêztir kir. Pêşî di nav xwe de ji dervayê ordîya dewletê, ji bo parastina sîstemê ordîyeke bi navê Spaha Ppasdaran ava kir û îdareya milîtarîya sîstemê parast. Pêla berfireh kirina sîstema xwe ji Iraq, Sûrîye, Lubnan, Filistîn û heta Yêmenê berfireh kir. Li van welatan ji bo xwe ordîyên milîsan pêkhanî. Di serî de neteweya Kurd û Rojhilatê Kurdistanê ku beşeke mezin di bin dagirkerîya wê de ye û li himberî gelên din yên Belûc, Ereb û wd. bi dijminane hemî şêwe û metodên neheqî, zilm, darvekirin, qirkirin û nehîştina wana bi berdewam bikaranî û hêj jî tîne.
Dewleta Îslamî ya Îranê di vî şerî de gelek serkirdeyên xwe winda kirin. Li gor beyanên resmî yên Îranê 13 hezar mirovên wana hatine kuştin, 653 cîhên eskerî û veberhênanê hatinê bombarankirinê, 2042 avahî kavil bûne, 8920 xanî êdî nayên bikarhanîn, 39472 wargeh pêwistî bi restore kirinê heye. Îbreya aborîyê ketîye sifirê. Ji % 90 milîsên xwe yên dervayê sînorî yên li Sûrîyê, Lubnan, Filistînê, Iraqê û gelekên din winda kirin. Qedera çêkirina oraniyoma meyandî nediyar e. Dê çi li Tengava Hormozê, girava enerjîyê bê nayê zanîn.
Qanûna şer e. Di dawîyê de yan dê alîyek têk biçe û hemî awayê lihevkirinê qebûl bike. , yan jî di haleta ku herdû alî êdî taqeta wan ya şer nemabe jî de, dê herdû alî mecbûr bimînin lihevkirinekî ne ji dil be pêkbînin.
Siyaset û taktîkên Amerîka jî di vî şerî de tam biser neket. Amerîkayê çend armanc dabû ber xwe: Armanca esasî ne guhertina rejîmê bû. Armanca esasî teslîm girtina rejîma heyî ya Îranê bû. Ji bo vê armancê jî ev tişt dabû ber xwe: Ji holê rakirina meyandina oraniyomê û rê li ber girtina çêkirina çeka etomî, rê li ber girtina xeterîya mûşekên dûravêj, ji holê rakirina piştgirîya ji hêzên terorîst yên li welatên din yên girêdayî bi Îranê ve, kontrol kirina petrol û gaza sirûştî ya Îranê.
Lê, hesaba malê û ya bazarê lihev nehatin. Amerîka û Îsraîl di vî şerî de bitenê man. Ne NATO û ne Ewropa û ne jî mutefîqên wana piştgirîya Amerîka û Îsraîlê nekirin. Ji bo rawestandina şer dewletên kendavê yên wek Siûdî, Behrêyn, Qetar, Ordon, Îmîrat û wd, bandorekî mezin li ser Amerîka kirin. Welatên din yên wek Çîn, Ewropa û yên din jî ji ber qeyranên enerjîyê, nedixwestin şer bidome. Ji bo rawestandina şer gelekî givaş li ser Amerîka û Îsraîlê sepandin. Ji bo wê jî di qada cîhanî da divîya ev şer raweste.
Helbet herdû alî jî hesaba van egeran dikirin, Ji bo herdû alîyan jî ya baş ew bû ku li cîhekî rawestin.
Dewleta Îranê, li gel van hemî wêranîyên xwe, ji bo parastin û berdewamîya îdareya sîstema dewleta ŞÎe yetîyê ev lihevkirin qebûl kir.
Amerîka jî ji ber hesabên xwe yên şaş, Herçend ne bi dilê hevkarê wî Îsraîlê jî bû , bi awayekî mecbûr ma bi Îranê re lihev bike.
Niha Amerîka û Îran li hevkirin e ku peymanekê îmze bikin. Ev peymana ku tê behs kirin, ne daxwazên Amerîkayê hemûyan û ne jî hemû daxwazên Îranê dihewîne.
2- Armanca bingehîn a Waşingtonê guhartina reftara Komara Îslamî ye, yn tenê kontrolkirin û rêgirtina kirîzan?
Amerîka helbete ku li îmkanên rûxandina rejîma heyî gerîya.
Ji bo wê jî gelekî hewl dan ku dewletên din qanî bike û wana jî tevlî armanca xwe bike. Ji alîyekî din ve, ji bo pêkanîna mixalafetekî bi hêz di nav Îranê de hewlên cûda dan. Ji alîyekî ve bi kurê Mihemed-Riza şahê Pahlavî re ketin peywendîyan û ev anîne rojevê, Ji alîyekî ve xwestin kurdan bikar bînin. Dema ku tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê şertên xwe dan pêşîya Amerîka, Amerîka dev ji wana berda. Donald Tiramp di gelekî axftinên xwe de tohmetan li kurdan dide û dibêje ”me çek daye wana, ewan çak negihîştandine ciyê pêwist”. Dîsa bi pêşengîya alîyên Komarî û Meşrûtîyetçîyan li Londonê çend konferans pêkanîn. Lê, di van hewlan de biser neketin, ji ber ku armanc ne dewletekî demokratîk ya ku mafê her alîyekî tê de parstî be bû. Bi kurtî, armanca Amerîka ew bû ku ji bo xwe dewletekî li gor xwe pêk bîne. Lê, ji ber gelek egerên ku me li jor behs kirîye. Ev hesab pêk nehat.
Ji ber ku niha li Îranê alternetîfeke xurt ya rejîma heyî tuneye, Amerîka gihîşt wê qenetê ku di vê merhaleyê de, ji guhertina rejîmê zêdetir, sîyaseta teslîm kirina rejîma heyî û ferzkirina daxwazên xwe da biçe pêş.
Îran carekî din piştî evqas wêranî û têkçûnê karîye li ser masê lihevkirinê sîstem û dewleta xwe biparêze.
3- Rêkeftina egerî çi bandorekê dê li ser pêgeh û nifûza herêmî ya Îranê û girûpên niyabetî yên Komara Îslamî hebe?
Ev rêkeftin dê hem li nav Îranê û hem jî li cihên ku nifûza Îranê li ser heye bandorekî berbiçav hebe. Dewleta Îslamî ya Îranê ji bo ku di nav Îranê de mixalefet xurt nebe, taybet di vê demê de ku dewlet lewaz e, û derfeta xurtbûna mixalefetê zêdeye, ji bo bêdeng kirina mixalefetê çi ji destê dewletê bê, dê bike. Dîsan ji bo xurtkirin û di dest de girtin û xurtkirina wan milîsên li dervayê sînorên Îranê çi ji destê wê were, dê bike. Herwisa dê pergala dîplomasîya xwe hem fireh û hem jî xurtir bike. Ji bo vîya jî dê li gel dewletan peymanên nû yên demkî û demdirêj zêde bike.
Lihevkirina Amerîka û Îranê bi van şertên ku tê behs kirin, dê ji Îranê re bibe bêhnvedanek û belkî destê wê jî xurt bike. Lê rejîm ji alîyê aborî, civakî, sîyasî, dîplomasî têk çûye. Mixabin Amerîka û dewletên Ewropî ji bo pêkanîna tu pîvanên demokrasî, azadî, edalet û wekhevîyê zextê nayêxne ser Îranê, ev lihevkirin dê zêdetir rê li ber van pîvanan bigre.
4-Ger danûstandin têk biçe, kîjan sînariyo zêdetirîn eger hey e: zêdekirina givaş û dorpêçan, serhildana şerek din, an jî kirîzên nû di nava Îranê de?
Piştî qebûlkirina lihevkirina han, li gor pêkhatinê di dema şer de. Rewşa aborîya cîhanê û dewletên kendavê şerekî nû dûr dixuyê. Lê, ku lihevkirin nebe, ev danûstandin zehîf bibe, yan jî têk biçe dê şêwe û danûstandinên alîyên şer jî biguherin. Taybet ya Amerîka û Îsraîlê. Ji ber ku egera herî berbiçav ya bisernekitina Amerîka di vî şerî de, Amerîka nekarî ji alîyê bejayî ve şer organîze bike. Em dizanin şansekî Amerîka hebû, ew jî lihevkirina bi mixalefeta Kurdan re bû. Ji ber ku li Îranê mixalefeta bi rêxistinî û zindî ya Kurdan e. Amerîka şertên Kurdan qebûl nekir. Kurd jî bê qebûlkirina şertên xwe bi Amerîka re lihev nekirin. Di şerekî nû de, eger Amerîka şertên Kurdan qebûl bike û li gor pêwistîyan tevbigere û di nav Îranê de mixalefetên din peyda bike û hinekî dewletên din jî tevlî şer bike, dikare hîn givaş û dorpêçên tund li ser Îranê bisepîne.
Di dawîyê de, aniha ne Amerîka, ne Îran û ne jî cîhan dikare tehemula vî şerî bike.
Gelek spas bo rêzdar Mîrza Akar, Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
KURDISTANMEDIA

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin