Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket

Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket

.

A+A-

Pirtûka ceribandinê ya nivîskar Mehmet Gur a bi navê "Kurd Çiya û Ziman" ji Weşanên Erdayê derket.

Pirtûk li ser dîrok, ziman, mîtolojî û bîra çandî ya Kurdan e û gihîşt ber destê xwîneran.

Pirtûk ji 28 gotar û ceribandinên cuda pêk tê.

Ew têkoşîna hebûnê ya Kurdan a di pêvajoya dîrokî de bi rêya ziman, çand û bîra kolektîf dinirxîne.

Di pirtûkê de ji Keleha Dimdimê ya ku yek ji xalên werçerxanê yên dîroka Kurdan e û bûye sembola berxwedanê heta rewşa niha ya Kurdan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek nirxandin hene.

Gur di berhema xwe de balê dikişîne ser girîngiya ziman a li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê.

Ew her wiha bêdengiya hinek Kurdan a li hemberî zimanê wan û dûrketina ji mîrateya çandî jî rexne dike.

Ji mîtolojiyê heta portreyan: Rawestgehên bîra Kurdan

Pirtûka "Kurd Çiya û Ziman" tenê bi agahiyên dîrokî sînordar namîne û li pey şopa mîtolojiya Kurdan û çîrokên qedîm jî diçe.

Nivîskar diyar dike ku mîtolojî ne vegotinên xeyalî ne, ew neynika cîhana raman û baweriya pêşiyan e.

Ew lîstik û edetên kevneşopî yên ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin jî wekî beşeke mîrateya çandî pêşkêşî xwîneran dike.

Yek ji beşên balkêş ên pirtûkê jî portreyên kesayetên giring in ku di warê raman, huner, zanist û siyasetê de bandor li dîroka Kurdan kiriye.

Bi van portreyan tê nîşandan ka pêşketina miletekî bi hewldan û fedakariyên kesane çawa çêbûye.

"Armanca min vekirina qadeke nîqaşê ye"

Mehmet Gur diyar dike ku pirtûka wî ne xwedî îdiayeke akademîk e, berovajî wê ew ceribandinek e ku xwîneran teşwîqî fikirîn û nîqaşê dike.

Mehmet Gur armanca xebata xwe wiha anî ziman:

"Eger em zimanê xwe biparêzin, dîroka xwe nas bikin û mîrateya xwe ya çandî ji bîr nekin, em dikarin wê bi serbilindî veguhêzin nifşên paşerojê.

Hêviya min ew e ku ev nivîs girêdana me ya bi dîrok, ziman û çanda me re xurttir bikin."

Agahiyên weşanê

Pirtûka ku Birêvebiriya Weşana Giştî Leyla Mihrinaz Engînê û edîtoriya wê jî Dildar Guler kiriye, Sibata 2026an li Enqereyê hat çapkirin.

Dîzayna berga pirtûkê jî QesimArtê kiriye.

Ev berhema nû ya Mehmet Gur armanc dike ku bibe neynika rastiya dîrokî û zimanî ya Kurdên li diyasporayê û cografyaya Kurdistanê.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin