Hejmara 12an a Psychology Kurdî çap bûye

Hejmara 12an a Psychology Kurdî çap bûye

.

A+A-

Psychology Kurdî di hejmara xwe ya 12an de “Derûnnasiya Rexneyî” kiriye mijara dosyayê û nivîsên di vê mijarê de weşandine.

Psychology Kurdî di hejmara xwe ya 12an de bi dosyeya “Derûnnasiya Rexneyî” derket hemberî xwendevanan. Ekîba kovarê bi vê dosyayê armanc kiriye ku derûnnasiya rexneyî ya ji aliyê zanistî, felsefî, civakî û polîtîk rexneyan li derûnnasiya serdest digire û di derûnnasiyê de guhertinên binyadî armanc dike bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur bîne rojevê.

Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya “Girîngiya Dadmendiyê di Dermankirina Psîkoterapîk de” ku Aydın Rengîn ji îngilîzî wergerandiye, rola dadmendiyê di tendirustiya derûnî de nirxandiye û bi awayekî hurgilî girîngiya dadmendiyê ji xwendevanan re rave kiriye.

Ian Parker derûnnas, psîkoanalîst û akademîsyenek e û herwiha di qada derûnnasiya rexneyî de gelek xebat û lêkolîn kirine. Kovara Derûnnasiyê pê re li ser derûnnasiya rexneyî, komên marjînelîzekirî, cudahiyên çandî, nijadperestî, cudakerî û kolonîzasyona entelektuel hevpeyvînek kiriye. Herwiha cih dane nivîseke wî û Erica Burman ya bi navê “Derûnnasiya Rexneyî: Çar Tez û Heft Şaşî.” ku hîmê derûnnasiya rexneyî ye. Süleyman Keskinî nivîs ji îngilîzî wergerandiye.

Nivîsa ‘Nêrîneke Rexneyî li Xebatên Derbarê Qada Derûnnasiya Civakî’ ya Ercan Şen, Mete Sefa Uysal, Elif Sandal Önal û Yasemin Gülsüm Acarê bi awayekî rexneyî û sîstematîk li ser xebatên derûnnasiya civakî yên derbarê meseleya kurdan hûr bûne û sedemên kêmasiya van xebatan ji aliyê derûnnasiya rexneyî ve nirxandine.Abdulsıttar Özmenî ev nivîs ji tirkî wergerandiye

Gülnaz Karatay, Azad Günderci, Murat Cem Demir, Nazan Gürarslan Baş, Yadigar Çevik bi nivîsa xwe ya “Bandorên Psîko-trawmatîk yên Dêrsim’38ê li ser Nifşên Duyem û Sêyem” lêkolînek bi xwendevanên kovarê re par ve kirine.

Her weha nivîsên Sertan Batûr, Baran Gursel, Yûsûf Siyahtaş, Adem Yildirim, Gulperî Gunduz, Bîlal Korkût û Erdal Gulî di vê hejmarê de hatine weşandin.

Hûn dikarin hejmara 12an ji pirtûkfiroşan, ji www.avestakitap.com, ji www.pirtukakurdi.com û ji malperên dîtir ên pirtûkfiroşan peyda bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin