Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Hêdî hêdî dimirin

A+A-

 

 

 

 

 

Hêdî hêdî dimirin 

Hêdî hêdî dimirin 
Ew kesên di destê hînbûniyên xwe de dîl mane
Ew kesên ku tu carî alîkariyê naxwazin 

Yên ku her roj di heman rê yê de dimeşin 


Hêdî hêdî dimirin 
Ew kesên ku ceger nakin rengê kincên xwe biguherînin 

Ew kesên ku asoya xwe berfireh nakin û naguherînin 

Hêdî hêdî dimirin

Ew kesên ku newêrin bi kesekî biyanî re bipeyivin 

Ew kesên ku nagerin, yên naxwînin 
Yên ku li muzîkê guhdarî nakin 
Yên ku di dilê xwe de xweşbîniyê nahewînin 

Hêdî hêdî dimirin 
Ew kesên ku ji hestên pirrengî direvin û hestên reş û spî hildibijêrin

Ew kesên  ku naxwazin çirûskên di çavên dilşikestiyan de bibînin 

Yên ku ji dildariyê, coşdayînê direvin 

Yên ku bawişkan li ruyê xwe nakin bişirandin
Hêdî hêdî dimirin 
 

Ew kesên ku di evîndariya xwe de ne dilşad in

Yên ku di karê xwe de ne serkeftîne

Rîsk nagrin û xwe naguherînin 
Hêdî hêdî dimirin 
 

Ew kesên ku ditirsin xewnên xwe pêk bînin 
Yên ku di jiyana xwe de carekê jî derneketibin derveyî mantixê 
Hêdî hêdî dimirin… 

 

Ew kesên ji xwe ne bawer in

Yên  hêdî hêdî baweriya xwe têk dibin û alîkariyê naxwazin

Yên ku rojên xwe di tirsê de derbas dikin û ji bêşensiya xwe bawer dikin

Yên ku li bende baranê ne ku baran nema bibare

hêdî hêdî dimirin

 

Ew kesên ku projeyan nîvco dihêlin

Yên tu car pirsan li ser tiştên ku nizanin ji kesan nakin

Hêdî hêdî dimirin

Hewl bidin

xwe bernedin destê mirinê

Jibîr nekin ku jiyan ji bêhnvedanekê ne mezintir e

riya serkeftinê tenê bawerî ye …..

Werger Roza Kurd 2017-02-04

 

Pablo Neruda, nivîskar, helbestvan, diplomat û siyasetmedarekî ji Amerika Latinî ji welatê Şîlîyê ye. Di sala 1904an de li Şîlîyê ji dayik bûye. P. Neruda bi salan di Partiya Komunîst a Şîlîyê de kar kiriye. Li himber generalên Şîlîyê bi gel re serî hildaye. Ji bilî siyaseta wî , ew bi helbestên xwe li cîhanê navdar bûye. Di sala 1971ê de, di beşa wêje de xelata Nobelê bi vê motîvê wergirtiye: "Ji bo helbestên ku xeyal û çarenûsa parçeyek ji cîhanê bi awayekî xwezayî, zindî dike" 

Pablo Neruda bi dehan pirtûkên helbestan nivîsîne. Helbestên wî li ser xweşî û nexweşiya jiyanê, evînê, civak, xweza, evîna welatê wî û li ser berxwedana gelê Şîlîyê ye. Ev jî dike ku meriv wek xwendevaneke/î kurd rewşa xwe di helbestên wî de bibîne û sûdê jê bigire. 

Pablo Neruda di sala 1973an de wefat kiriye.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar