HDK û PDKÎ: îranê hêzeke leşkerî aniye ser sînor

HDK û PDKÎ: îranê hêzeke leşkerî aniye ser sînor

Cîgirê Berpirsê Siyasî Leşkerî yê Partiya Demorkata Kurdistanê (HDK) dibêje, ew haydarî liv û tevgerên serbazî yên Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînor in

A+A-

Cîgirê Berpirsê Siyasî Leşkerî yê Partiya Demorkata Kurdistanê (HDK) herwiha dibêje, ew di dûr nabînin ku careke din Îran êrişî binke û baregehên wan bike. Berpirsê Pêwnediyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) jî dibêje, Supaya Pasdaran hêzeke zêde li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kom kiriye.

Wî berpirsê pilebilid ê HDKê herwiha got: “Komara Îslamiya Îranê amadekarî kiriye bi tîmên 150 kesî û 300 kesî û 400 kesî, li gorî wan zanyariyên ku ketine destê me, ew hêza ku duh hatiye livandin ber bi bilindahiyên Kêleşîn û pişta Sîdekanê, bo Berbezînê hatine. Ew hêz dabeşî ser 15 grûpan hatiye kirin û ber bi vê navçeyê hatiye livandin, bi xwe re gelek çek û teqemenî yên gelek modêrn ên weke katiyûşa û mûşek anîne.”
 

Li aliyekê din, Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokara Kurdistana Îranê (PDKÎ) jî ragihand, Supaya Pasdaran a Îranê hêzeke mezin li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û çekên giran û mûşek li hinek cihan bi cih kiriye.

 

Herwiha Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, Supaya Pasdaran bi ti awayekê nehatiye nav axa Herêma Kurdistanê û xelkê ti gundên li ser sînor jî ji ber egera leşkerkêşiya Îranê aware nebûye.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin