
Neteweyên Yekbûyî: Em piştevanî li Hikûmeta Kurdistanê dikin
Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê, derbarê êrîşên duh ên Îranê li dijî baregehên HDK û HDKÎ li Koya, daxuyaniyek belav kir û têde piştevaniya xwe ji helwesta Herêma Kurdistanê re ragihand.
A+A-
Herwiha Netewên Yekgirtî di daxuyaniya de got: Em daxwaz dikin ku hemû alî rêzê li serweriya axa Iraqê bigirin.
Îro jî, serokê Hevpeymaniya El-Weteniye Iyad Elawî li ser Twittera xwe, bordûmana Îranê li ser baregehên HDK û HDKÎ li Koyê bi tundî şermezar kir.
Elawî nivîsiye: Ew destdirêjiya sitemkar a ku Îranê li Koyê kiriye, cihê şermezariyê ye û pêwîst e helwesteke tund ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hebe.
Herwiha Ewlawî dibêje: Mixabin destwerdanên derve di nav Iraqê de, gihiştine bilindtirîn astê û bi taybet di vê qonaxa hestiyar de, ku pêwîstiya Iraqê bi helwesteke niştimanî heye, bi armanca ku biryara niştimanî parastî be.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin