
Îran: “Êrîşên li dijî Kurdistanê wê bidomin!”
Hukûmeta Îranê ragihand ku êrîşên li dijî partiyên Kurdistanê yên weke li Koyê wê dewam bikin.
A+A-
Di derbarê bûyerên li dijî Başûrê Kurdistanê de, Şêwirmendê Pêşdarê Olî yê Îranî Alî Hamaney yê bi navê Huseyn Dahîkan daxuyaniyek da çapemeniya Rûsyayê û got ku li dijî partiyên Kurdistanî, êrîşên weke li Koyê wê bidomin. Êrîşên wiha, ne li dijî desthilatiya Iraqê ne.
Dahîkan wiha berdewam kir: “Em natirsin ku Hukûmeta Iraqê wê ji ber van êrîşan aciz bibe, lewra tu eleqeya partiyên Kurdan bi gelê Iraqê re nînin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin