Mahmûd Lewendî

Mahmûd Lewendî

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Giyanê Qazî Muhemed di têkoşîna azadîya Kurdistanê de dijî

A+A-

Mêrxasê gelê Kurdistanê, Gandîyê kurdan Qazî Muhemed di 1893an de li li Kurdistana Rojhelat li bajarê Mahabadê ji dayik bûye. Ew kurê Qazî Elî ye. Qazî Muhemed xwendina xwe li Mahabadê dike û ew jî wek bavê xwe dibe qazî (hakim).

Qazî Muhemed bi riya bavê xwe Simko, Îhsan Nûrî nas dike û ev yek tesîreke mezin li wî dike. Karbidestên îranî dixwazin general Îhsan Nûrî teslîmî tirkan bikin, lê ew di vî warî de gelek dixebite û Îhsan Nûrî diparêze. Kesekî Kurdistanî bû têkilîya wî ji komeleya Hîwa ya başûrê Kurdistanê bigre heta bi Xoybûne re hebû. Ew li herêma xwe ronakbîrekî navdar bû, wî bi gelek zimanan dizanî,wek kurdî, farisî, îngilîzî, tirkî û rûsî. Pirtûkxaneyeke wî ya zengîn hebû. Mala wî bûbû wek bingeheke kurdîtîyê, hemû ronakbîrên herêmê dihatin mala wî. 

Di 1937an de kurd bi navê JK (Jiyanewey Kurd) komeleyekê datînin û gelek malbatên mezin ên kurdan di vê komelê de cih digrin, yek ji wan jî malbata Qazî Muhemed e. Piştî demekê Qazî Muhelmed dibe yek ji berpirsiyarên JKê, û bi navğe Niştiman kovarekê derdixin.

Di dema avabûna Komara Kurdistanê de JK dibe Hizbî Demokratî Kurdistan û Qazî Muhemed jî dibê serokê vê partîyê û di 22.01.1946an de dibe serokê Komara Kurdistanê.

Lê mixabin Komara Kurdistane 11 mehan jiya. Le di nay van 11 mehan de di ware aborî, civakî u kulturî de gelek karên hêja kirin. Rojname û kovarên Kurdistan, Niştiman, Hawarî Niştiman, Helale çend ji berhemên vê Komarê ne. Ji bo zarokan jî bi navê Girr û Galî Mindalan kovarek derxist. Radyoyeke kurdî her roj weşan dikir. Cara peşî bi navê Dayikî Niştiman şanoyeke operayî hate amadekirin û li hemû bajarên Kurdistanê lîstika xwe pêşkêşî gel dikir. Çîroknivîsê kurd Hesen Qizilcî, helbestvan Hêmin û Hejar jî ji rewşenbîrên vê komarê ne. Ordîyek hat çêkirin ku di destpêkê de ji 70 serleşker û 1200 leşkeran pêk hatibû. Her wê demê di nav serleşkeran de çar kesan rutbeya generalîyê girtin: Seyfi Oazî, Heme Reşîd Xan, Omer Xan Şikak û Mistefa Barzanî.

Piştre ji alî dagirkeran ve ev Komar tê hilweşandin û li gel gelek kesên din Qazî Muhemed jî esîr tê girtin û wî mahkeme dikin:

Dema ku serleşkerekî îranî di Dadgehê de dixwaze kurdan piçûk bixe, qehremanê kurd Qazî Muhemed li dadgehê weha dibêje: “Hûn dikarin min bikujin, lê ez rê nadim ku hûn gelê kurd bêrûmet bikin, ez jî wekî gelek kesan dikarîbûm bireviyama, lê min welê nekir, min terka axa bav û kalan nekir! Ez di rojên weha teng û zor de gelê xwe bi tenê nahêlim!”

Li hember vê mêrxasîya wî heyeta dadgeha dagirker mit û mat dimine. Fedakarîya serokê Komara Kurdistanê heta îro jî her di nava gel de di nav stran û destanan de tê gotin. Lê sed heyf û mixabin ku her li Mahabadê û li wê meydana çarçirayê ku komar hatibû îlan kirin, di 31ê Adara 1947an de serokê kurdan Qazî Muhemed û hevalên xwe li wir hatin îdamkirin.

Lê ew ji me re bûn rêber, giyanê wan di têkoşîna azadîya Kurdistanê de dijî!

Önceki ve Sonraki Yazılar