Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gengeşîyên li ser Peymana Lozanê

A+A-

Ji roja ku Peymana Lausanne (Lozan) hat îmzakirin û heta îro, di nava rêveber û siyaseta Tirkîyê da, derbarê Peymanê da gengeşî heye û hêj didome: Hêlek Peymanê serkeftina Komara Tirkîyê dibîne, hêlê din "hezîmet" dibîne, ango têkçûn, şikestin....

Weha dixuye, heta ku ev feraset li ser aqlê siyaseta Tirkîyê serdest be, dê hêj jî bidome, bêguman ev gengeşîyek siyasî ye û rehên vê ji dijaberîya siyasî ji dema Osmanî têt, eger bûyerek bona hêlekî serketin be, bona hêlê din pir bi hêsayî dikane bibe têkçûn.

Di siyaseta Tirkîyê da her dem du xet di nava dijaberîyê da bûn, carina ev dijaberî ket asta dijmintiyê, lê herdem jî li dijî mafên rewa yên neteweya Kurd "bêpirsgirêk" dikevin nava hevkariyê.

Cûdabûn û dijaberîya vê siyasetê taybetî di peywendîyên siyaseta derva da hêj jî balkêş e.

Bo mînak, îro vê cûdabûnê û dijaberîyê di mebesta siyaseta kemalîst û ya partî û kadiroyên Tirk-Îslamê da, taybetî derbarê herêma Rojhelata Navîn da mirov dikane bigengazî bibîne.

Siyaseta kemalîst bêşik nijadperest e, li ser pişavtina hemû kêmjimarên li Anadolu û Kurdistan'ê haytiye sepandin, di salên 30î da bergeha wê hat avêtin, lê siyaseta Tirk-Îslamê ku îro AKP şopîngerê we ye, li ser navê "îttîhadê Îslam"ê bi hest û mebestên mêtînger tevdigere, jixwe ji siyaseta wê ya derbarê Rojhelata Navîn û taybetî Suriyê da ev rewş dîyar e.

Ev hêj xefnên dagirkerîyê dibînin, çûyîna arteşa Osmanîyan heta ber Vîyana'yê îro jî kela dilê wana radike.

Ketine qêda "erdnîgarîya wendakirî", di her gengeşiyên xwe da qala wendakirina 5 milyon metroducar dikin, ji Balkan'an heta Yemen'ê.

Kes napirse, gelo arteşa Osmanîyê li ber deriyê Vîyana'yê, li Yemen'ê, Li Siudi'yê, li Bexdad'ê û li Filîstin'ê çi digerîya?

Belavbûna dewleta Osmanî ku bi hezîmeta ber deriyê Vîyana'yê destpêkiribû û sedan salan ajot, xofek bêhempa kiribû/kirîye şiûra tirkitîyê, ku Anadolu jî ji dest diçe, jexin berî û stepek biçûk li devera navenda Anadolu'yê.

Lê belê, Lausanne tablo berevaçî kir û Komara Tirkîya îro di qada navdewletî da cî girt.

Bi hêlekê va Peymana Lausanne, destûra damezrandina Komara Tirkîyê ye, di hêla din da hemen Peyman belgeya tesfîyeya (ji holê rakirin) dewleta Osmanî ye.

Bi vê Peymanê kemalîstan piranîya daxwazên xwe bi bdestxistin, bêşik bi serketin bûn, ji ber ku wana hêvîya erdnîgarîya Komara Tirkîyê jî nedikir.

Bi Peymana Lausanne da mafên yek netewekî wenda bû, ev jî Kurd û kêmjimarên Kurdistanî ne.

Kêmjimarên Anadolu'yê yên ne misilman mafên çandî bi destxistibûn, di qada perwerde û weşanê da.

Bi Lausanne welatê neteweya Kurd bû çar parçeyan, di navebara çar dewletan da hat parvekirin.

Peymana Lausanne wekî zincîrekê dest û lingên gelê Kurd girêdan, paşeroja wî nedîyar bû, ev Peyman e ku hêj îro sedema herikîna xwîna bi deh hezaran law û keçên Kurd e.

Siyasetvanên Tirk gellek caran pesna Peymanê dane, wekî peymana herê bi umir dêrij, ku heta roja îro têk neçûye dibêjin.

Heçku dîsa dewleta Tirk Peyman binpêkir, bi du hêlan va; yek, divîbûya makezagon, zagon, destûrname, rêkevtin ti ji vana ne dijî xal û ruhê Peymanê bin; ya din, tixûbên ku bi vê Peymanê hatin çespandin divêbûya nehatina guhertin.

Tirkîyê herdû jî binpêkirin, bo mînak makezagonên li dijî xalên Peymanê pesend kir, herweha gellek xalên zagonan dîsa li dijî xalên Peymanê ne.

Mînaka herê balkêş, qedexekirina ziman û çanda Kurdî û pişavtina neteweya Kurd e.

Ev siyaseta nijadperest him li dijî xalên Peymanê û him jî li dijî ruhê wê ye.

Tixûb jî hatin guhertin, heçku tixûbên Tirkîyê bi vê Peymanê "rewatîya" xwe stendibû, lê 1932an da ewil derb li Peymanê ket; tixûbê Tirkîyê û Îranê 5î mijdara 1932an da hat guhertin, bi mebesta pelçiqandina berxwedana Agirêyî Tirkîyê çiyayê Agirêbiçûk ji Îranê stend û devera Kotir'ê da Îran'ê, amanc pêşî lêgirtina berxwedanên devera Agirê bû.

Sala 1939an da derbek din li Peymanê xist, vê carê ji şer û pevçûnên li Ewrupa sûde wergirt û Hatay îlhaq kir: Di Meclîsa Dewleta Hatay'ê da 40 nûner hebûn, bi 22an biyar hat stendin, ku Hatay tevle Tirkîyê dibe û bêşik ev pêşkêşîya dewleta Fransa bû.

Dîsa di roja 14î gûlana 1948an Dewleta Îsraîl hat damezrandin, Brîtanya'ya Mezin mandeya xwe li ser Flîstîn'ê rakir û di heman rojê da Îsraîl hat damezrandin.

Dîsa sala 1974an da Tirkîyê bakurê Qibrisê dagir kir, hêj jî di bin dagirîya wê da ye.

Ev hemû binpêkirina Peymana Lausannê ne, ku bilî damezrandina Îsraîlê hemû jî Tirkîyê binpêkirin.

Gotina dawî; dewr, dewra bihêzbûn û yekrêzîya navxweyî ye, ev dikane rewşa îro berevacî bike, "rewatîya" Peymana Lausanne ji holê rake.

04.10.2016/Semsûr          

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin