Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye

A+A-

 

Roja rapirsînê (referandumê) wekî gellek bakurîyan ez jî li başûrê Kurdistanê bûm, min jî ev çoş û peroşa li Başûr jîya, bi xemilandina kolan, avahî û otomobîlan bi ala Kurdistanê, wekî hemû welatparêzan hestgermiyekê hinavên min jî pêçabû.

Çend rojan berê rapirsînê ez çûbûm Başûr, li kolanan keç û xortên ciwan bi otomobîlên xemilandî kelecanîya civakê bilind dikir, taybetî li Hewlêra paytext.

Jixwe, ji mitîng û festîwalên girseyî dixuya, ku gel biryara xwe da ye, ji sindoqan dengê “ERÊ” dê bi rêjeyek bilind derkeve.

Weha jî bû, rêjeya dengê “ERÊ” gehêşt asta 92,73%, bê guman ev bilindî û rijdbûna vîna gelê başûrê Kurdistanê ye li ser Rapirsîna Serxwebûnê.

Gelê başûrê Kurdistanê biryara xwe da, Kurdên parçeyên din û yên li seranserê cîhanê piştevanîya Rapirsîna Serxwebûnê kirin, êdî berpirsyarîya encamên rapirsînê li ser milê siyasetvanên başûrî ye, gel ya xwe got, nuha divê siyaset gava dîrokî bavêje.

Him di helmeta rapirsînê da û him wekî em îro dibînin behsa bertekên, taybetî dewletên dakirker, dewletên herêmî û cîhanê dihat kirin.

Piştê biryara rapirsînê, li ser pirsekê serok Barzanî bi wate weha gotibû, “ger ez hinek tiştan nizanibim, min hinek hevdîtin nekiribin, ezê gelê nekim ber xeterê.”

Rojekê serok Barzanî dê eşkere bike û em jî dê zanibim ka kê/kî çi gotine?

Me jî, li ser navê Însiyatîya Piştgirîya Referanduma Serxwebûnê li bakurê Kurdistanê, li panel û hevdîtinên xwe da amarê (hesabê) bertekên rapirsînê û daxwaza bikaranîna derfeta îro dikir.

Min divê bêjim ku ew bertekên em dibînin, taybetî yên dewletên dagirker bendewar bûn, lê tenê hinek dewletên zilhêz helwest û rawestek baş nestendin.

Me derfetek gellekî baş heye, lê çi heyf e, ku bi qasî başîya wê me karneanî, ev jî dostanî û hestyarîya rayagiştîya Cîhana Rojavayî ye, di barê neteweya Kurd da.

Bila em zanibin, ku rayagiştîya Cîhana Rojava li pişt neteweya Kurd e, ev derfetek gellekî baş e, tenê bi bes divê bêt berhêlîkirin.

Li Cîhana Rojava rayagiştî dikane li ser deshilata wî welatî karîger be.

Gefên dewletên dagirker.

Ez bi xwe bawer nakim, ew ba û bahoza ku dewletên dagirker radikin dê bidome, ji ber ku domandina tedbîr û girtina hinek rêkaran dê zirarekê bide wana bi xwe jî.

Rewşa aborî, taybetî ya Tirkîyeyê û Îranê ne ewqas bihêz e, ku hesabê bazara başûrê Kurdistanê nekin.

Di hêla din da li dijî hev ne jidil in, li pêş perdê bi tewrekî, li paş perdê bi tewrekî din tevdigerin û diaxifin.

Wekî têt zanîn him pêdivî (îhtiyaç) û him jî peywendiyên dewletan ne wekî berê ne, bo mînak dagirker nikanin wekî pakta SADABADê hevpeymaniyek nuh pêk bînin, ji ber ku şert û mercên cîhana îro ne wekî salên 30î ye.

Bê guman, dengê teqûreqê emê bibîzin, lê rewş dê her roj berve asayîbûnê ve veguheze.

Taqeta Rojhelata Navîn tine ye ku derîyekî ji alozîyek nuh ra veke, taybetî li dijî Kurdan, ji ber ku li herêmê Kurd di şerê li dijî DAİŞê da biserketine û herweha, hezên sekuler in, civatek pirr rengîn e, vê rastiyê cîhan dizane.

Piştê rapirsînê guftûgoyên bi Bexdadê va.

Her çiqasî ji hinek dewlet û layên siyasî bertek rû didin jî, bi serketî encamdana rapirsînê Bizava Siyasîya Başûrê Kurdistanê destê xwe bihêz kir, taybetî li hemberî xêrnaxwaza rêzdariyek navneteweyî bi dest xist.

Ji lewra, mijar her çi dibe bila be rapirsîn mafekî rewa û demokratîk e, dijminên ku behsa nerewatiyê dikin, ji ber xêrnaxwazî û têkçûna amarên wana ye.

Nuha, Bizava Siyasîya Başûrê Kurdistanê bi destekî xurt dikane ligel Bexdadê dest bi guftûgoyê bike, di barê encamê rapirsîn û cîrantiyê da.

Bi bawerîya min, ewil divê hilbijartina yekî mijdarê (01. 10. 2017) bibe, lê ji îro va lîsteyên partîyan divê bi ramanek baş bête amede kirin, ku parlementa tê dê li ser paşeroja başûrê Kurdistanê xwedî biryar be, peywirek dîrokî dê bicihbîne.

Partî divê di barê namzetên xwe da balkêş bin, ji ber ku parlementa tê gellekî girîng e, ji lewra ew dê biryara serxwebûnê bide.

Herweha serok jî dê bêt hilbijartin, ji ber vê yekî mijdarê (01.11. 2017) bi qasî rapirsînê girîng e, ger serok û parlement pêdivîya pêvejoyê nedin xetera hederbûna serketinên heta îro dê hebe.

Ango, bi kurtî, bi bawerîya min, bi Bexdadê va deriyê guftûgoyê divê neye girtin, ew jî dê bibe destketiyek dîplomatîk, helwest û siyasetek weha di qada navneteweyî da destê dost û palpiştan dê xurt dike.

Divê Bizava Siyasîya Başûrê Kurdistanê ji daxwazên xwe paşve gal neavêje, li ser daxwazên xwe ku serxwebûn û cîraniyek baş e rijd be, layê ku dê ji hevdîtinê vekêşin bila ew bin û cîhan vê rastiyê bibîne.

———————–

Dema nivîsandina vê nivîsê min, nûçeya koça dawî ya Mam Celal Talabanî xwend, ez gellek xemgîn bûm. Mixabin, Mam Celal Talabanî ragihandina serxwebûna Kurdistanê nedît, ku di jîyana wî da amancê sereke ev bû.

Hêvî dikim, civata Kurd û Kurdistanê, keç û lawên me, nifşên tê dê Mam Celal Talabanî û kedkarên doza neteweyî ti caran jibîr nekin, ew dê di dilê her Kurdekî da bijîn.

Ez hevxemê malbata Talabanî me.

Bila serê netewewa Kurd, hemû pêgirin YNK û serê malbatê sax be.

Rêzdarî li ber birewerîya Mam Celal Talabanî.

Mahmut Kilinc

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin