Gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûne

Gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûne

.

A+A-

Gefên Tirkiyê li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê, navçe xistine nav tevgereke serbazî ya bilez. Rojnameyeke Sûrî ku ji koçka komarî nêzîk e dibêje ku artêşa Sûriyê hêzeke zêde şandiye bakur û rojavayê Helebê, da ku rûbirûyê her êrîşeke Tirkiyê bibin.

Li gel zêdebûna gefên berpirsên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê, navçeyên rûbirûbûnê bûne meydana amadekariyên serbazî ji aliyê tevahiya hêzên ku li wan navçeyan hene. Lê şîrovekar û çavdêrên siyasî van gefan bi şêweyên cuda dixwînin.

Dr. Mehmûd Ebas nivîskar û şîrovekarê siyasî ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got, Eger Tirkiyê gefên xwe cîbicî bike dê rûbirûyê helwestên Amerîka û Rûsyayê bibe.

Şîrovekar Dr. Mehmûd Ebas dibêje: “Ez ne di wê baweriyê de me Rûsya weke li Efrînê bûye destûra operasyoneke nû bide. Di dema operasyona Efrînê de hinek bazirganî di navbera wan de hebûn. Wê demê destê xwe ji Helebê vekişandin.

Derbarê heman mijarê,  Endamê Ofîsa Pêwendiyên Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) li Londonê Mesûd Kaso ji heman bernameya Radiyoya Rûdawê re da zanîn ku Rûsya û Amerîka li dijî her êrîşeke Tirkiyê ne.

Piştî gefên Tirkiyê, roja 16ê cotmehê hêzên Rûsyayê bajarokê Sermeda, ku tenê 6 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyê ligel parêzgeha Idlibê dûr e, topbaran kiribûn. Çavdêrên siyasî vê êrîşê wekî nameyekê bo Tirkiyê şîrove dikin ku eger ew her êrîşeke nû bo ser xaka Sûriyê encam bide, Rûsya û hikûmeta Sûriyê dê tevahiya bakurê rojavayê Sûriyê ku li jêr kontrola Tirkiyê ye bikin armanc.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin