
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin
.
Komîteya Tomarkirina Kurdên Bênasname ya li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku ji 28ê Hezîranê ve hevdîtinên fermî yên bi malbatên bênasname re dest pê dikin.
Ev pêvajo dê li navendên Hisîça, Qamişlo û Tirbespiyê bi rê ve biçe.
Endama Komîteya Tomarkirina Kurdên Bênasname ya li Rojavayê Kurdistanê Rûbarya Feysel Hisênê ji Rûdawê re da zanîn ku komîte dê heftane lîsteyên nû yên navan belav bike.
Rûbarya Feysel Hisênê eşkere kir ku dê pêvajo heta tomarkirina navên hemû kesan bidome û got:
"Ji bo bidawîhatina vê qonaxê demeke diyarkirî nîne û amadekirina lîsteyan dê li pey hev be."
Sê navend hatine veqetandin
Rûbarya Hisênê anî ziman ku ji bo hevdîtinan 3 navend hatine veqetandin û ew navend ev in:
1. Navenda Hisîçayê (Ji bo xelkê parêzgeha Hisîça û bajarê Dirbêsiyê)
2. Navenda Qamişloyê (Ji bo xelkê bajarê Qamişlo û Dêrikê)
3. Navenda Tirbespiyê
Li gorî gotinên Rûbarya Hisênê, rojane bi 20 malbatan re hevdîtin tê kirin û ji bo her malbatekê saetek tê veqetandin ku qerebalix çênebe.
Di qonaxa yekem de navên 48 malbatan hatine ku li gorî pêşîtiya tomarkirinê hatine hilbijartin.
Pêvajoya hevdîtinê
Di dema hevdîtinê de, wêne û şopa tiliyan a hemû endamên malbatê tên girtin.
Rûbarya Feysel Hisênê tekez kir ku ji bilî amadebûna hemû endamên malbatê, ti belgeyên din ji welatiyan nayên xwestin.
Li ser gavên piştî hevdîtinê jî hîn tiştek bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin lê tê çaverêkirin ku piştî bidawîhatina vê qonaxê, rênimayên nû werin weşandin.
Rûbarya Hisênê di dawiyê de hemû kesên ku navên xwe tomar kirine piştrast kirin û anî ziman:
"Pêvajoya dayîna nasnameyan li gorî biryarnameyê didome û derfet ji bo hemû Kurdên bêqeyd vekiriye.
Em ji bo wergirtina nasnameyê hemû hêsankariyan pêşkêş dikin."
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin