
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku wan bi rêya êrişên xwe rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kiriye.
Netanyahu di Lûtkeya Polîtîkayê ya Navneteweyî ya Cihû (JNS) de axivî.
Netanyahu li ser têkiliyên xwe yên bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re peyivî ku Trump vê dawiyê li ser mijara Libnanê rexneyên tund li wî girtibûn.
Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku ew û Trump lîderên du welatên serbixwe ne û got:
"Em berjewendiyên xwe diparêzin. Ez berjewendî û ewlehiya Îsraîlê diparêzim."
"Me gefa hebûnê ji holê rakir"
Netanyahu ducare kir ku wan bi rêya êrişên li ser Îranê "gefa li ser hebûnê" ji holê rakiriye.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku wan bi Amerîkayê re êrişên hevbeş kirine û di van êrişan de binesaziya nukleer a Îranê xera kiriye, zanayên atomê kuştine û zerer gihandiye şiyana leşkerî û aborî ya Îranê.
Benjamin Netanyahu anî zimên ku bi vî awayî zemîna rûxandina birêvebiriya Tehranê ya di paşerojê de amade bûye.
“Rûxandina bi destê gel”
Netanyahu her wiha ragihand: "Serkeftina rast ew e ku gelê Îranê birêvebiriya Tehranê bi destên xwe birûxîne."
Netanyahu li ser rewşa li herêmê jî eşkerê kir ku wan li herêmên di bin kontrola xwe de yên li Xeze, Sûriye û Libnanê hinek qadên bi navê "herêma ewle" ava kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê got ku “heta pêwîst bike” ew ji wan herêman venakişin.
Netanyahu di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan "doktrîna xwe ya ewlehiyê" guhertiye û êdî berî her kesî Îsraîl bi xwe dikeve tevgerê û êriş dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin