
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku di dan û standinên li gel Îranê de bi pêşketineke girîng çêbûye.
Vance diyar kir ku hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas dibin.
Gera yekem a hevdîtinên di navbera Amerîka û Îranê de ku nêzîkî 18 saetan ajot, bi dawî bû.
Di wan hevdîtinên ku bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê hatin kirin de, hat ragihandin ku şandeyên Îran û Amerîkayê di nava rojê de di formatên cuda de hema bêje bêrawestan li gel hev civiyane.
Rayedaran da zanîn ku di hevdîtinan de aliyan bi taybetî bal kişandiye ser parastina agirbesta li Libnanê û bikaranîna mîkanîzmayên bêşeriyê.
"Heta saet 01:00ê şevê em li ser maseyê bûn"
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance hevdîtinên bi heyeta Îranê re nirxandin û diyar kir ku dan û standin erênî bûn.
Vance got, “Hevdîtinên li gel Îranê gelekî baş derbas bûn û bipêşketineke gelekî baş çêbû.”
Vance bi bîr anî ku aliyê Îranê dem bi dem daxuyanî dida ku dibe ew xwe ji hevdîtinan vekişînin. Wî tekez kir ku tevî vê yekê jî hevdîtin didomin.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance got, "Heta saet 01:00ê şevê em li ser maseya dan û standinan bûn."
Vance her wiha anî zimên ku ev nîşaneke eşkere ye ku Îranê xwe ji hevdîtinan venekişandiye.
"Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherin"
Vance berî hevdîtina çaralî ya ku li Swîsreyê hat lidarxistin û Amerîka, Îran, Pakistan û Qeter beşdar bûn jî daxuyanî da.
Vance got ku armanca Amerîkayê ew e ku bi rêya dîplomasî û hevkariyê li Rojhilata Navîn serdemeke nû bide destpêkirin û pê de çû:
"Tiştê ku em li vir hewl didin bi ser bixin gelekî hêsan e. Em dixwazin Rojhilata Navîn bi rêya dîplomasî û hevkariyê biguherin."
"Dibe ku rûpeleke nû vebe"
Vance da zanîn ku di vekirina ducare ya Tengava Hurmizê û armancên bernameya nukleerê ya Îranê de qonaxeke girîng hatiye derbaskirin.
Wî destnîşan kir ku pêvajoya ji niha û pê ve dê paşeroja têkiliyên herêmî diyar bike.
Vance pirsên "Gelo em dikarin rûpeleke nû vebikin? Em dikarin têkiliyên li Rojhilata Navîn bi awayekî mayînde biguherînin?" anîn rojevê.
Wî diyar kir ku di rewşeke berevajî de îhtîmala vegera li rêbazên kevn jî heye.
"Di pêwendiyên bi gelê Îranê re rûpeleke nû"
Vance bal kişand ser wan aloziyên ku bi salan e di navbera Îran û welatên Kendavê de didomin.
Wî anî zimên ku êdî derfeta karkirina hevbeş ji bo aştî û refaha herêmî derketiye holê.
Vance diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze di têkiliyên bi gelê Îranê re rûpeleke nû veke û got:
"Eger ku birêvebiriya Îranê dest ji wan polîtîkayên ku bêîstîqrariya herêmî gur dikin û ji armancên çekên nukleerî berde, Washington amade ye ku pêwendiyan bi awayekî bingehîn biguhere."
Agirbesta li Libnanê
Vance da zanîn ku di rojên dawî de di mijara berdewamkirina agirbesta li Libnanê de jî pêşketineke girîng çêbûye.
Vance anî zimên ku hevdîtinên bi Qeter, Pakistan û Îsraîlê re encamên erênî dane û wiha pê de çû:
"Em hemû ji bo aştiya herêmî dixebitin. Her çendî carinan di mijara rêbazên gihîştina armancê de cudahiyên nêrînan çêbibin jî, em ji wê xala ku li Libnanê gihiştiyê razî ne."
Vance tekez kir ku aştiya herêmî pêwîstî bi hewldan û tawîzên dualî heye.
Wî diyar kir ku Serokê Amerîkayê Trump bi biryar e ku ne tenê di navbera Amerîka û Îranê de, lê li seranserê herêmê aştiyeke mayînde pêk bîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin