
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
.
Lîstikvanên Kurd di Kupaya Cîhanê ya 2026an de dibiriqin.
Du şevan li ser hev du lîstikvanên Kurd wekî lîstikvanên herî baş ên maçên tîmên xwe hatin hilbijartin.
Denîz Undav di maça navbera Almanya û Ivory Coastê de û Elîreza Beyranwend jî di maça Îran û Belçîkayê de bûn lîstikvanê maçê.
Elîreza Beyranwend kî ye?
Elîreza Beyranwend Kurdê Lek e û ji Loristana Rojhilatê Kurdistanê ye.
Beyranwend di çend salên borî de bûye qelevanê sereke yê Tîma Neteweyî ya Îranê.
Di maça li hemberî Belçîkayê de jî lehengê maçê ew bi xwe bû.
Di wê maçê de qelevanê Kurd 7 gok vegerandin. Ew wekî lîstikvanê herî baş ê maçê hat destnîşankirin.
Piştî maçê, êrişberê Belçîkayê Romelu Lukaku got, "Elîreza stêrka maçê bû, wî her tişt vedigerand."
Buffon: Yek ji karên herî zehmet ên fotbolê ye
Qelevanê berê yê Îtalyayê Gianluigi Buffon jî pesnê asta Beyranwend da.
Buffon got, "Ji nêrîna qelevanekî ve, kirina karekî wiha yek ji karên herî zehmet ên fotbolê tê qebûlkirin.
Çimkî ji bilî lezê, pêwîstiya wî bi cihgirtineke rast, demeke hûr û ramaneke zêde di nav rewşeke tijî zext de heye."
Jose Mourinho şaş ma
Jose Mourinho jî pesnê asta bilind a qelevanê Kurd da û got:
"Belçîkayê her tişt bi awayekî rast kir û wan derfetên gelekî baş çêkirin lê Beyranwend rê xelas kirin.
Di êrişa paşê de heman çîrok ducare bû. Xelaskirineke din, di êrişa din de xelaskirineke din.
Li cihekî, min şîrovekirina lîstika Belçîkayê rawestand û min dest bi şîrovekirina Beyranwend kir.
Çimkî ew bi awayekî eşkere lîstikvanê herî girîng ê qadê bû."
Mourinho di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Min ji yekî pirsî ka ew di kîjan tîmê de dilîze? Min çaverê dikir ku tîmeke navdar be. Ji min re gotin 'Traktor'.
Min jî xwe wisa nîşan da ku ez bi hûrgilî dizanim bê qala çi dikin lê di rastiyê de min nedizanî!
Eger qelevanek karibe li hemberî Belçîkayê wan gokan xelas bike, divê ew li Ewropayê di yek ji tîmên herî mezin de bilîze."
Rê nedabû Ronaldo jî
Ev ne cara yekem e ku Elîreza Beyranwend dibe trend. Wî berê 2018an penaltiya Cristiano Ronaldo jî xelas kiribû.
Ew di navbera salên 2014-2019an de qelevanê herî baş ê Lîga Nayab a Îranê bûye.
Qelevanê Kurd her wiha 2019an wekî kesayetiyê fotbolê yê Îranê hat hilbijartin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin