
Welatiyên Qamişlo li dijî buhabûn û nebûna xizmetguzariyan daketin kolanan
.
Li bajarê Qamişlo, bi dehan welatî li dijî buhabûna sotemeniyê, qutbûna elektrîkê û xirabûna rewşa jiyanê daketin qadan û daxwaza çareseriyeke lezgîn kirin.
Xwepêşandêr li nava bajar kom bûn û bi hildana pankartan nerazîbûna xwe nîşan dan. Welatiyan diyar kirin ku êdî barê giran ê aborî li ser milê wan nayê hilgirtin û rayedarên herêmî wekî berpirsên vê rewşê binav kirin.
Xwepêşandêran bal kişandin ser ku herêma wan xwedî çavkaniyên dewlemend ên petrolê ye, lê tevî vê yekê jî bihayê mazot û benzînê her diçe bilind dibe. Di xwepêşandanê de dirûşm û daxwazên wek "Na ji bo bihakirina kelûpelan. Na ji bo bihakirina sotemeniyê. Na ji bo qutbûna elektirîkê!" hatin berzkirin.
Xwepêşandêr Adnan Derwîş ji Kurdistan24ê re got: "Em ji bo mazotê, ji bo elektrîkê û ji bo buhabûna nan û xwarinê li vir in. Gelê me hejar e, perîşan e. Nexweşên me hene, pîr û kalên me hene. Di vê germê de bê elektrîk û bê av nabe."
Xwepêşandêr Beşîr Hesen got: "Petrol a me ye, xak a me ye. Lê em nikarin pêwîstiyên xwe peyda bikin. Em li ser deryayeke petrolê dijîn, lê xelkê me nikare pêdiviyên xwe yên sereke bikire. Ev talankirina keda xelkê ye."
Xwepêşandêr Muhsin Elî jî dibêje: "Êdî bes e! Av tune ye, elektrîk tune ye, nan bi zehmetî tê peydakirin. Ger hûn nikarin vî gelî birêve bibin, dev ji kursiyên xwe berdin. Em jiyaneke bi rûmet dixwazin."
Li gorî xwepêşanderan di van rojên germ ên Havînê de, qutbûna elektrîka giştî û nekarîna xwediyên jeneratoran a peydakirina mazotê, jiyana welatiyan kiriye dojeh. Xwepêşandêran hişyarî dan ku eger bihayê sotemeniyê neyê daxistin û xizmetguzarî neyên başkirin, ew ê çalakiyên xwe yên nerazîbûnê berfirehtir bikin û berdewam bikin.
Xwepêşanderan her wiha banga şefafiyetê di rêveberiya çavkaniyên herêmê de kirin û diyar kirin ku jiyana welatiyan "xeta sor" e.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin