Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gefên Tirkîyê li ser Efrînê

A+A-

Berpirsê Karûbarê Hevpeymanîya Navdewletî’ya li dijî DAİŞê,serheng (mîralay) Thomas F. Veala ragihand, ku ew dê li Bakurê Sûriyê û di bin rêveberîya Hezên Sûriyê Demokratîk da, bi navê “Hêzên Ewlekarîya Tixûb” hêzekê ji 30 hezar kesan pêktê ava bikin û navê vê hêzê jî dê bibe “Artêşa Bakur.”

Herweha got, ku “ev hêz dê li ser tixûbê Tirkîyê, ango rojava û bakurê Kurdistanê bêhtir ji Kurdan, lê li başûrê tixûb û li herêma Rûbara Fêrêt jî bêhtir ji gelên herêmê ku bi piranî Erep û hinek kêmjimarên din in pêkbê.”

Belê jî serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan di her axaftinên xwe da, li dijî Rojava gef dixwarin û gellek caran jî behsa êrişên eskerî dikir, têt zanîn ku li ser tixûbê rojavayê Kurdistanê, taybetî liser tixûbê Efrînê hêzêk mezin heşidandiye.

Lê piştê ragihandina Berpirsê Karûbarê Hevpeymanîya Navdewletî, weha dixuye ku Enqere hejîya ye û ne tenê ji serokkomar, herweha ji serokwezîr jî, ji wezîrê kare derva jî, gef li ser gefan.

Gef li ser gefan, di panelên telewîzyonan da, qaşo mirovên zanist û pispor li rûhev rûdinin û bal dikşînên ser mezinaya xetera li dijî ewlehîya Tirkîyê!

Ewqas jixwenebawerî û li dijî Kurdan hişmendîyek êrişkarî, nêşita xofek mezin e.

Ji vana hinekan bêt pirsin, ka Efrîn li kuderê ye, li ser nexşeyê nikanin binimînin, li ser dîroka wê, li ser erdnîgarî wê, li ser rewşa civakîya wê, bi qasî ku rojnameyên Tirk dinivîsin, ji peyamên rayedaran hinek tişt bihîstine…..

Dema mirov guhdarîya peyamên rayedaran û li van pisporan dike, di hêşê mirov da çîroka peywendiyên Tirkan û gur, ku gur ji xwe ra kirine remzekî neteweyî hêj xweş rûdine.

Gur çawa ye, kesên gundî dê baştir zanibin, bere ku êrişê kerîyên pez bike, gur, ewil xwe dimelisîne û li derfetekê diğere, ku êrişê kerî bike, ger şivan bi tiştekî din mijûl be û seyê (kuçik) wî jî tine be, ev bona gur cej ne, dikeve nav kerî bi dehan ajalan difetisîne, êrişê wî ne bona xwarinê ye, bi fitisandinê kêf distîne.

Ger şivan li ser heşê xwe be û seyê wî jî hebe, ev êrişa gur yekser întixar e.

Em vegerin ser mijara xwe, rast e, Kurd bêkes in, heta roja îro nebûna xwedan sîstemekê, mixabin yekrêzîya xwe jî ava nekirine, heta di nava wana da hinek kes xwe didin aliyê dijmin, lê parek rêxistinî ne, şayanê pesnê ye Kurdan heta îro serî netewandin û îro şûnda jî natewînin.

(Li vir pêşnîyazîyek min heye, divê ENKS ser li rêveberiyê bide û destûra yasayî bistîne, Rêveberîya Xweser jî rê li ber Pêşmergeyên Roj veke û ewan herin welatê xwe biparêzin.)

Di hela din da, me divê bêjin, ku gefên li dijî Kurdan yên serokkomar û rayedarên Tirk, nakevin nava ti pîvanên camêriyê.

Dewleta Tirk pesnê dide xwe ku bi sedan sal in dewlet e û li herêmê jî dewletek bihêz e, lê dorpêçkirina (muhasera) û êrişa li ser Efrînê ji xwe ra wekî serkevtinekê dibine,

ev nakeve nava helwesta dewletên mezin û bihêz û ne sincî (ehlakî) ye jî.

Heçkû, Tirkîyê endamê NATOyê ye ger gilîyek wê hebe, dikane bi Dewletên Yekbûyî Amerîkayê va yekser rûne û pirsgirêkê gengeşî bike, ger ji vê ti encam bi dest neket dikane banga civîna ne asayî li NATOyê bike.

Lê, bi çi rûyê?

Tirkîyê bi hemû kiryar û peywendiyên xwe li dijî NATOê tevdiger e, helwesta wê li Cênevê, pêywendiyên wê bi Federasyona Rûsyayê va û Pêvejoya Astana mînaken herî berbiçav in.

Bê guman sermala (maliyet) vê siyaseta êrişkar jî heye, kîjan dewlet û sazî vê siyaseta êrişkar finanse dikin?

Hemî awir li ser Qeterê ne, jixwe emîrê Qeterê Temîm El Sanî li Enqerê ye û ev ne serdanek asayî bû, ger bala we kişandibe çapemenîya Tirkîyeyê jî bibes cî nedayê.

Nuha Tirkîyê, Qeter û Sûdanê bi hevra helwest digrin, Sûriyê û Îranê li hêlekê berdin, yên mahî jî li alîyekî.

Heta ji ber girava Sevakin ku Sûdanê dabû Tirkîyeyê û Tirkîye jî dixwaze bi Qeterê va “baregehekî eskerî” li giravê ava bike, ev helwesta Tirkîyê û Qeterê bû sebeba alozîyek fireh.

Dixwazim pêşbînîyek xwe jî bêjim, bi ya min ger Tirkîyê di êrşa efrînê da bi serkeve, piştê hilbijartina 2019an dor dê bêt rojhilatê Fêrêt, ango Kobanî û Qamişloyê û paşê piştê sala 2023an dor dê bêt erdnîgarîya “Peymana Milli (tirkî dibêjin Misak-i Milli)” daku başûrê Kurdistanê jî dikeve ber.

Bi kurtî, Tirkîyê ji hemdê xwe dertê, bawerim encamên vê jî dê hebin, di paşerojê da emê bibinin, lê divê Kurd xwe amede bikin.

xxx

Bi koça dawîya Mesut Uysal ez xemgîn bûm, welatparêzekî hêja bû, ez hevxemê malbatê me, bila sere malbatê û hezkirin wî sax be.

Mahmut Kilinc

16.01.2018/Dusseldorf

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin