Fransa: Komîteya Destûrî û proseya siyasî ya Sûriyê bûne henek

Fransa: Komîteya Destûrî û proseya siyasî ya Sûriyê bûne henek

.

A+A-

Nûnerê Fransayê li Neteweyên Yekbûyî, Nicolas De Riviere derbarê dosyeya Sûriyê de nerazîbûna xwe anî ziman û ragihand, Komîteya Destûrî ya Sûriyê û proseya siyasî ya li Cinêvê ji bo çareseriya krîza Sûriyê bûne henekek. Nicolas De Riviere tekez kir, ku tenê cîbicîkirina biryara 2254 a navdewletî dikare krîza wî welatî çareser bike.

Nicolas De Riviere dibêje: “Em ti pêşveçûneke zêde li Sûriyê nabînin, çi di warê siyasî yan warê kîmyayî de be, heta di warê gihiştina alîkariyên mirovî de jî. Em pêşbînî dikin Rûsya guşareke zêde li rejîma Sûriyê bike bo hevkariyê, ji ber em nikarin bi berdewamî alîkariya mirovî pêşkêş bikin. Pêwîstiya me bi çareseriyeke siysî heye û asteke sînordar bo dabeşkirina desthilatê û cîbicîkirina biryara 2254, daku em bikaribin derbasî pêngaveke din bibin, wate ji nû ve avakirina Sûriyê.”

De Riviere di hevpeyvînekê de ligel medyayeke Erebî de derbarê çareseriya leşkerî de li Sûriyê rexneyên tund li Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed, Rûsya û Îranê digire û piştîvaniya xwe bo Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen derbarê projeya wî ya nû ya bi navê “pêngav bi pêngav” a ji bo çareserkirina krîza Sûriyê anî ziman.

De Riviere got, “Em piştevaniya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî Gier Pedersen dikin, ku rêbazeke lojîkal li ba wî heye, rêbaza pêngav bi pêngav. Eger Esed û hevpeymanên wî Rûsya û Îran baweriya wan ji sedî 100 bi serkeftina lerşkerî heye û aliyê din teslîm bibe ew şaş in. Pêwîstiya me bi rêkeftineke siyasî û dabeşkirina desthilatê heye, daku asteke lojîkal a lihevkirinê di navbera Sûriyên navîngir de hebe. Komîteya Destûrî û proseya siyasî li Cenevê bûye henekek.”

Di navbera 2012ê û 2017ê de, li ser çareserkirina krîza Sûriyê 8 kongre li Cinêvê hatin kirin lê bê encam bûn. Herwiha di navbera 2017ê û 2021ê de, bo çareserkirina krîza Sûriyê 16 kongre li Astana ya Kazaxistanê hatine kirin, ti encamek ji wan jî derneket. Hevdem di navbera 2018 û 2021ê de, 6 gerên Komîteya Destûra nû ya Sûriyê jî li Cinêvê hatin kirin û ew jî bê encam bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin